Li Mêrdînê mirina bi guman a jinekê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Çîgdem Akyuz Mîdyad Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku li navçeya Mîdyadê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê jineke 20 salî bi awayekî bi guman miriye.

Li gorî îdiayan, Çîgdem Akyuza 20 salî 8ê Kanûna Paşîn li navçeya Mîdyadê hewla xwekuştinê daye û bi giranî birîndar bûye.

Li ser agahdarkirina xizmên wê, tîmên tenduristiyê Çîgdem Akyuz bir Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê.

Ji ber ku rewşa wê giran bû, ew paşê sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê hat kirin.

Hat zanîn ku Çîgdem Akyuz tevî hemû midaxeleyên bijîşkan jî miriye.

Cenazeyê Çîgdem Akyuzê ji aliyê xizmên wê ve li gundê Heştrekê yê Mîdyadê hat veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst