‘Yên ku ferman da DAIŞê ji bo êrişkirina Şêx Meqsûdê jî ferman da’

4 demjimêr berê
RÛDAW
Ebû Omer Îdlibî / Wêne: Arşîv
Ebû Omer Îdlibî / Wêne: Arşîv
Nîşan HSD Heleb Tirkiye DAIŞ Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêzên Demokratîk ên Bakur Ebû Omer Îdlibî got, “Yên ku ferman da DAIŞê da ku êrişî Kobaniyê bike û yên ku ferman da ku êrişî Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê were kirin heman kes in.”

Ebû Omer Îdlibî ragihand ku Tirkiye şerekî giştgir dixwaze da ku herêmê bixe bin serweriya xwe û nehêle Peymana 10ê Adarê bi ser bikeve.

Fermandarê Hêzên Demokratîk ên Bakur Ebû Omer Îdlibî li ser rewşa dawî ya li Helebê û êrişên li ser taxên Kurdan ji Rûdawê re axivî.

Îdlibî diyar kir ku armanca Tirkiyeyê têkbirina Peymana 10ê Adarê ye û got:

"Dixwazin êrişan ji bo şerekî gelekî mezin bikin çirûskek."

"Hedefa wan tim Kurd in"

Ebû Omer Îdlibî bal kişand ser zextên li ser Kurdan û rewşa li Helebê wiha pênase kir:

"Tiştê ku li Helebê rû da nayê pênasekirin. Dewletek heye ku hedefa wê tim Kurd in. Qedexe ye ku Kurd şer jî bikin.

Dema Kurd radijin çeka xwe dewlet dixwaze hemû Kurdan bikuje."

"Dixwazin di navbera Kurd û Ereban de dubendiyê ava bikin"

Fermandar Îdlibî êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê şibandin êrişên DAIŞê yên li ser Kobaniyê û wiha pê de çû:

"Yên ku ferman da DAIŞê da ku êrişî Kobaniyê bike û yên ku ferman da ku êrişî Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê were kirin heman kes in.

Em parastina agirbestê didomînin, ew tim dixwazin di navbera Kurd û Ereban de dubendiyê ava bikin."

Banga ji bo Amerîka û welatên Ereban

Ebû Omer Îdlibî daxuyand ku ew ji bo pêkanîna Peymana 10ê Adarê bi biryar in û daxwaza garantiya navneteweyî kir:

"Em garantiyeke navneteweyî dixwazin. Em dixwazin bi taybetî Amerîka û welatên Ereban ji bo biryardayînê gelekî cidî bin."

Divê were gotin ku Hêzên Demokratîk ên Bakur girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst