Li Rihayê êriş, li hewşa mala xwe hat kuştin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Huseyin Yildirim Riha Hewag Êriş Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di êrişa bi çekê de kesek hat kuştin.

Li gundê Dengizbaciyê yê navçeya Hewagê, îro hinek kesan di hewşa mala wî de bi demançeyê êrişî Huseyin Yildirim ê 41 salî kir.

Êrişkar piştî êrişê ji cihê bûyerê reviyan.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di pişkînînên tîmên tendirustiyê de diyar bû ku Huseyin Yildirim li cihê bûyerê miriye.

Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin û cendirmeyan ji bo desteserkirina êrişkaran dest bi xebatê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst