Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Konseya Stratejîk a Pêwendiyên Derve ya Îranê Celal Dehqanî Fîrûzabadî hişyarî da ku şerekî gengaz ê li herêmê dê ewlehiya enerjiyê bixe metirsiyê û got, " Tengava Hurmuzê dê di rewşa şer de were girtin."
Sekreterê Konseya Stratejîk a Pêwendiyên Derve ya Îranê Celal Dehqanî Fîrûzabadî ji ajansa nûçeyan a ISNAyê re axivî û rûdanên li herêmê û dan û standinên li ser nukleerê nirxandin.
Celal Dehqanî Fîrûzabadî tekez kir ku eger şer li herêmê derkeve dê ewlehiya enerjiyê têk biçe û Tengava Hurmuzê were girtin.
"Herî zêde Çîn dê zererê bibîne"
Fîrûzabadî amaje bi bandorên cîhanî yên şer kir û got:
"Di rewşeke wiha de welatê ku dê ewil zererê bibîne Çîn e. Ji ber vê yekê serkeftina dan û standinan ji bo Çîniyan jî gelekî girîng e.
Rûsya jî li dijî şer e û ji bo rêlibergirtina wê hewl dide."
"Şerê 12 rojan atmosfer giran kir"
Fîrûzabadî hevdîtinên ku roja înê li Mesqatê dest pê kirin wekî "destkeftiyekê ji bo Îranê" pênase kir û diyar kir ku rûniştina Amerîkayê li ser maseyê baweriya wan a bi çareseriya dîplomatîk nîşan dide.
Lê belê rayedarê Îranî bi bîr anî ku faktora herî girîng a ku pêvajoya niha ji ya berê cuda dike pêvajoya "şerê 12 rojan" e û wiha axivî:
"Mercên niha ji yên berê gelekî cuda ne. Em ji şerekî 12 rojan derketin û ev rewş diyalogê zehmet dike.
Hûn neçar in bi kesekî re biaxivin ku êrişî we kiriye.
Ji ber vê yekê atmosfera derûnî û siyasî gelekî girantir e. Bandora herî mezin jî zêdebûna bêbaweriya li hemberî Amerîkayê ye."
Ziyareta Larîcanî ya Uman û Katarê
Fîrûzabadî behsa ziyareta Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî ya ji bo Uman û Katarê jî kir û got ku ev hevdîtin beşek ji dan û standinên nukleerê ne.
Fîrûzabadî diyar kir ku armanca ziyareta Larîcanî xurtkirina destê Wezîrê Karên Derve û zelalkirina xetên sor ên Îranê ye û got:
"Larîcanî di vê ziyaretê de îhtîmal e ku bersiva Amerîkayê ya ji bo pêşniyarên Îranê yên di gera yekem de wergirtibe."
Fîrûzabadî destnîşan kir ku di hevdîtinan de metirsiya şerê herêmî jî hatiye gotûbêjkirin û lê zêde kir, "Şerekî herêmî gefê li ewlehî û berjewendiyên hemû welatan dixwe, divê her kes ji bo rêlibergirtina vê bixebite."
Şandeyên Îran û Amerîkayê 6ê Sibatê bi navbeynkariya Umanê li Mesqatê civiyabûn.
Fîrûzabadî ragihand ku hîn derbasî hevdîtinên kûr û berfireh nebûne û aliyan xetên xwe yên sor ji hev re ragihandine.
Rayedarên her du aliyan jî hevdîtinên heta niha wekî "baş û erênî" dinirxînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse