Qamişlo (Rûdaw) - Koçberiya malbateke Efrînî ya ku 6 caran ji ber şer cih û warên xwe terk kirine, rûyê herî tal ê şer, bêmalîtî û nediyariya li Sûriyeyê nîşan dide.
Piştî ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê derbasî rojhilatê Çemê Feratê bû, pêleke nû ya koçberiyê dest pê kir û bi hezaran Kurdên Efrînî careke din neçar man ku tûrikên xwe bidin ser milên xwe û berê xwe bidin penaberiyeke nû.
Ev çîroka tije êş, tenê mînakeke piçûk a wan 9 hezar Kurdan e ku ji ber êrişên çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê neçar mane li navendên wekî Fewca Tertabê di nav şert û mercên herî dijwar ên jiyanê de asê bimînin.
Malbateke Efrînî ya ku ji ber şer 6 caran koçber bûye, niha gihîştiye Qamişloyê.
Rêwîtiya wan ji Efrînê dest pê kir û di Şehba, Heleb, Tebqa û Reqayê re derbas bû
Jineke koçber a endama wê malbatê behsa şert û mercên dijwar ên jiyanê kir. Ew 7 salan li kampên Şehbayê û pişt re li Reqa û Dêrikê mane.
Wê got ku li vir ne av, ne kareba û ne jî alîkarî heye; her wiha gelek kêzik û mar li vî cihê nû yên koçberiya wan hene.
Li gorî amarên Rêveberiya Xweser, ji ber pevçûnên dawî yên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê, 9 hezar Kurdên ku piraniya wan xelkê Efrînê ne, ji Reqa û Tebqayê koçberî parêzgeha Hisîçayê bûne.
Ew koçber niha li 150 navend û malan hatine bicihkirin.
Koçberiya cara şeşan
Koçberiya 6 caran a di nav hundirê welatekî de gelekî zehmet e. Ev malbata Efrînî ji Efrînê çû Şehbayê û ji Helebê çû Tebqa û Reqayê.
Herî dawî roja ku artêşa hikûmeta Sûriyeyê derbasî rojhilatê Çemê Feratê bû, wan berê xwe da Qamişloyê.
Endamên malbatê ji bo Rûdawê behsa wê roja reş dikin.
Rifet Husên Betal li ser wê rojê got, “Dema ku êrişî me kirin ketin pêşiya me.
Em jî ji paş vegeriyan û hatin malê. Li Tebqayê otomobîla me xirab bû. Me otomobîla xwe li şûna xwe hişt û em reviyan. Emşat û Hemzat in…”
Niha mal û milkên wan di bin destê komên çekdar ên wekî Emşat û Hemzatê de ne ku niha wekî artêşa fermî ya Sûriyeyeyê tên dîtin lê dîsa jî li koçberiyê jiyan naqede.
Endama malbatê Fîkret Betalê jî got, “Em 10 kes in, 3 malbat in. 10 mezin û 2 zarok in.”
Rewşa li Fewca Tertabê
Ev der Fewca Tertabê ye ku berê navendeke leşkerî ya hikûmeta rejîma Beasê bû.
Niha 25 roj in bi koçberên nû û kevn ve dagirtî ye. Jiyana wan jî ji leşkeriya neçar ne baştir e.
Fîkretê wiha got, “Li Efrînê jî şer hebû. 7 salan em li kampên Şehbayê man.
Pişt re em li Reqayê ketin dibistanekê. Piş tre 10 rojan em li Dêrikê man û niha ev salek e em li vir in.
Vir gelekî xirab e. Ne av, ne kareba, ne alîkarî û ne jî şaredarî heye. Mêş, kelmêş, tûpişk û mar hene.”
Alîkariya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî
Tîma Rûdawê ji Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî re ragihand ku 200 malbat li Tertabê hene û alîkarî negihîştiye wan.
Ew tîm jî yekser çûn hawara wan.
Serperiştiyarê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Karzan Nûrî jî got, “Em hatin agahdarkirin ku li devera Tertabê alîkarî pêwîst e.
Em yekser çûn û me sobe ji wan re danîn, her wiha hinek kel û pelên din me anîn.
Piştrast bin li kû derê pêdivî bi Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî hebe, li kû derê be, em dê xwe bigihînin wan.”
Li gorî amarên fermî yên Ofîsa Kar û Barên Rêxistinên Mafên Mirovan a Rêveberiya Xweser, ji ber derbasbûna Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya li rojhilatê Çemê Feratê, 9 hezar Kurd ji Reqa û Tebqayê koçberî parêzgeha Hisîçayê bûne û niha di nav 150 navend û malan de dimînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse