Zêdetirî 3 hezar malbatên Efrînî gihiştin Hisîçayê

2 demjimêr berê
Hisên Omer
Nîşan Koçberên Efrînî Kurd Koçber Tebqa Reqa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî 3 hezar malbatên koçber ên Efrînî yên ku li bajarên Reqa û Tebqayê diman, gihiştin bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê.

Bi hezaran koçberên Efrînî ku berê li her du bajarên Reqa û Tebqayê bi cih bûbûn, ji ber sedemên ewlehiyê û guherînên dawî berê xwe da bajarê Hisîçayê.

Mafnas Îbrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku ew koçberên Efrînî gihiştine bajarê Hisîçayê.

Koçber li Panoramayê bi cih bûn

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku niha koçber li navçeya Panoramayê bi cih bûne û dê cihê niştecîbûnê ji wan re li bajarên Rojavayê Kurdistanê werin peydakirin.

50 hezar koçber ji Şehbayê derketibûn

Piştî rûxîna desthilata Beşar Esad, nêzîkî 50 hezar koçberên Efrînî ji herêma Şehbayê ya bakurê Helebê derketibûn û li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst