Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Holê şêniyan êrişî karmendên rêxistinên mirovî kir.
Ji ber vê yekê Neteweyên Yekbûyî (NY) neçar ma xebatên xwe rawestîne û rêxistinên din ên mirovî jî tîmên xwe ji kampê vekişandin.
Li gorî agahiyan, çarşemê li Kampa Holê ya li rojhilatê parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê aloziyeke ewlehiyê derket.
Ev bûyer bû sedem ku Neteweyên Yekbûyî û hinek rêxistinên navneteweyî yên li kampê çalakiyên xwe rawestînin.
Hat ragihandin ku komek ji şêniyên kampê li ber deriyê sereke kom bû û bi keviran êrişî navendeke civînan a girêdayî NYyê kir.
Piştî vê êrişê, Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û tîmên din ên NYyê karmendên xwe ji herêmê vekişandin.
“Em dê otomobîlên we bişewitînin”
Her wiha şêniyên kampê gef li karmendên rêxistinên navneteweyî û saziyên sivîl xwarin û got:
“Eger hûn ji kampê dernekevin, em dê otomobîlên we bişewitînin.”
Ji ber ku xwenîşanderan rê li ber hinek tîman girt ku nikaribin derbasî kampê bibin, ji bo parastina canê karmendan hemû çalakî bi awayekî demkî hatin rawestandin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, hemû karmend bi karwanekî ku ji 40 otomobîlan pêk dihat ji kampê derketin û di bûyeran de ti ziyanên canî çênebûn.
UNICEF dê avê belav bike
UNHCRê ragihand ku wan xizmet û projeyên xwe yên hevpar bi awayekî demkî sekinandine.
Lê belê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) dê belavkirina avê bidomîne.
Armanca vê yekê ew e ku rewşa mirovî ya bi hezaran Sûriyeyî, Îraqî û malbatên DAIŞê yên biyanî xirabtir nebe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse