Hewlêr (Rûdaw) - Proseya derzîkirina xelkê li Bakurê Kurdistanê berdewam e. Herî zêde xelkê Amedê hatine derzîkirin û herî kêm jî xelkê Colemêrgê. Li tevahiya bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 18 milyon kes hatine vaksînkirin.
171 hezar û 619 kesan li Amedê derziya li dijî korona li xwe dane lê li bajarê Colemêrgê tenê 14 hezar û 94 kes hatine derzîkirin û di rêza dawiyê de ye.
Rûdawê nêrîna hejmareke welatiyan li ser derziya li dijî Coronayê û bandorên wê wergirti ye.
Xanenişîn Abdulkadir Çager diyar kir ku piştî hatî vaksînkirin ti bandoreke xirab li ser wî çênebûye û got: “Ti bandora wê li ser min nebûye. Bi nêrîma min pêşiyê li nexweşiyê digire, lewma min jî vaksîn wergirt. Ez niha xwe ewletir dibînim.”
Xanenişîn Abdullah Polat jî got: “Qet bandor li min nekir û min hest pê jî nekir. Cihê vaksînê li nêzîkî mala min bû û ew ji wê derê çûm malê û ti tişteke xirab li min nebû. Ez pêşniyar dikim hemû kes vaksînê werbigire. Ez niha xwe paştir his dikim. Bila kes netirsin û herin vaksînê werbigrin, jixwe hemû bijîşk û zanist pêşniyar dikin.”
Emlakvan Kutbeddin Yildiz jî dibêje: “Tişteke xirab li ser min çênebû. Ne baş ne xirab ti bandor li min nekir. Dibêjin baş e ez jî wisa dibînim. Ji bê derzîbûnê çêtir e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse