Rêber Ehmed: Ji bo hêsankirina pêvajoyê çi ji destê me were em dê bikin

12-05-2025
RÛDAW
Rêber Ehmed\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Rêber Ehmed\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kongreya PKKyê Pêvajoya Çareseriyê Rêber Ehmed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed diyar ku ji bo hêsankirina pêvajoyê çi ji destê wan bê dê bikin.

Rêber Ehmed di konferanseke rojnamevanî de derbarê pêvajoya aştiyê û biryara çekdanîna PKKyê de got, "Ji bo hêsankirina vê pêvajoyê çi ji dest me were em dê paşguh nekin û ya girîng ew e ku herêmên Herêma Kurdistanê ji pevçûnên çekdarî rizgar bibin."

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê got, Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê her dem piştgirî û palpiştiya xwe ji bo pêvajoyê diyar kiriye û ji bo hêsankirina vê pêvajoyê çi ji dest me were em dê paşguh nekin, hê zû ye ku biryar were dayîn PKK dê çawa û li ku çekan deyne.

Ya girîng ew e ku herêmên Herêma Kurdistanê ji pevçûnên çekdarî rizgar bibin û hemwelatî bikaribin vegerin gund û herêmên xwe û sûdê ji rez û baxên xwe werbigirin û aştî û aramî vegere."

Wezîrê Karên Navxwe pirsa Nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal a “gelo dê çi hêz li herêmên di bin desthilatdariya PKKyê de bi cih bibin?” wiha bersivand: "Hê pêvajo di qonaxên destpêkê de ye û dibe ku di pêşerojê de behsa wê babetê were kirin."

Piştî 41 salan ji xebata çekdarî, îro Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryar da ku xwe fesix bike û çekan deyne lê pêvajo hîn neketiye qonaxa pratîkî.

PKKyê biryarên kongreya 12an ku bi beşdariya 232 endaman pêkhatibû eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst