Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Parêzgarê Dihokê Elî Teter li bajarê Amedê Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ziyaret kir.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Dihokê Elî Teter û şandeyeke akademîsyenan ji bo beşdariya "Foruma Azadî û Aştiya Civakî" li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ne.
Şande di çarçoveya serdana xwe de çû Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun li ber avahiya şaredariyê şande pêşwazî kir.
"Yekîtî û piştgiriya Kurdan girîng e"
Di hevdîtinê de Serra Bucak û Dogan Hatun destnîşan kir ku beşdariya parêzgarên Herêma Kurdistanê ya forumê û ev serdana wan a piştgiriyê ji bo wan xwedî girîngiyeke mezin e.
Serra Bucakê bal kişand ser aştiya civakî û biratiyê û anî ziman:
“Dema em dibêjin aştî û azadiya civakî; em qala aştiya navxwe, biratî û bihevrejiyanê dikin.
Em parastina têgihîştinekê dikin ku yekîtî û piştgiriya Kurdan dixe navenda xwe.”
Di hevdîtinê de Parêzgar û Hevserokan li ser awayê birêvebirina birêvebiriyên xwecihî, derfetên hevkariyê û pêşhatên dawî gotûbêj kirin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Parêzgarê Dihokê Elî Teter piştî şaredariyê çûn serdana tîma Amedsporê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse