Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Parêzgarê Dihokê Elî Tatar ji bo beşdariya "Foruma Azadî û Aştiya Civakî" li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ne.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Amedê pirsên nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak bersivandin û li ser armanca serdana xwe, pêvajoya çareseriyê û pêwendiyên aborî agahî dan.
Umêd Xoşnaw diyar kir ku ew li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî forumê bûne û destnîşan kir ku mijara "aştî û azadiya civakî" hem ji bo Bakurê Kurdistanê û hem jî ji bo hemû herêmê gelekî girîng e.
Xoşnaw ragihand ku ew piştgiriyê didin serkeftina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê da ku gelê Kurd bigihe mafên xwe yên rewa.
Umêd Xoşnaw anî ziman ku aramî û aştiya li Bakurê Kurdistanê, bandoreke erênî li ser hemû parçeyên din ên Kurdistanê jî dike.
Geştên asmanî û pêwendiyên aborî
Parêzgarê Hewlêrê li ser destpêkirina geştên asmanî yên rasterast ên di navbera Hewlêr û Amedê de got ku ew li ser vê mijarê bi Parêzgarê Amedê û Konsulxaneya Tirkiyeyê re axivîne.
Xoşnaw destnîşan kir ku ji bo bipêşketina pêwendiyên bazirganî, çandî û aborî, vekirina vê rêyê daxwazeke sereke ya xelkê her du aliyan e.
Wî her wiha bal kişand ser pêwendiyên aborî û diyar kir ku şirketên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê di gelek qadan de dixebitin.
Xoşnaw got ku ew naxwazin ti zerer bigihe van pêwendiyan û ew hewl didin hevkariya xwe xurttir bikin.
Hevdîtinên bi partiyên siyasî re
Umêd Xoşnaw eşkere kir ku di çarçoveya serdana xwe de ew dê li Amedê bi nûnerên DEM Partî û AK Partiyê re jî bicivin û tekez kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan û xurtkirina biratiyê, diyaloga bi hemû aliyan re gelekî pêwîst e.
Parêzgarê Hewlêrê di dawiyê de hêvî kir ku serdan û forum bibin wesîleya aştiyeke mayînde û bipêşketineke mezintir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse