Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan peyamek ji Zanîngeha Kobaniyê re şand û pîrozbahî li xwendekar, akademîsyen û xebatkarên wê kir.
Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê 7ê Hezîrana 2025an bi helkefta Cejna Qurbanê li gel malbatên xwe hevdîtinek pêk anîbû.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalanê ku biraziyê Abdullah Ocalan e jî beşdarî hevdîtinê bûbû.
“Hemû xebatkar, kedkar, xwendekar û akademîsyenên zanîngehê pîroz kirin”
Omer Ocalan doh li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku Abdullah Ocalan di wê hevdîtinê de peyamek ji Zanîgeha Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê re şandiye û got:
"Di hevdîtina me ya Cejna Qurbanê de Birêz Abdullah Ocalan silavên xwe ji Zanîngeha Kobaniyê re şandin û hemû xebatkar, kedkar, xwendekar û akademîsyenên zanîngehê pîroz kirin.”
Parlamenterê DEM Partiyê ragihand ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê qîmet û girîngiyeke zêde daye xebatên Zanîngeha Kobaniyê û li pey çû:
"Zanîngeh wek bingeh û hêlîna avakirina fikriyeta azadî, wekhevî û demokrasiyê nirxand. Li dijî Modernîteya Kapîtalîst û dubareyên burokratîk û akademîk; mîsyoneke nû û modern a azadiya ramanî û afirandina fikrî li hebûna zanîngehê bar kir.
Li ser term, têgeh û nêzîkatiya paradîgma û perspektîfa nû, bi hebûna Zanîngeha Kobaniyê bi kelecan û serbilind bû û di xebatan de serkeftin ji zanîngeh û xwendekaran re xwest.”
Zanîngeha Kobaniyê ya li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 30ê Îlona 2017an bi merasîmeke fermî hat vekirin.
Kar û barên avahîsaziyê yên zanîngehê 2018an dest pê kir û sala 2023yan temam bûn.
Zanîngeh ji 12 fakulteyan pêk tê ku fakulteyên perwerde, bijîşkî, zanistên xwezayî, teknolojî û çend fakulteyên din tê de ne.
Ew zanîngeh piştî şerê dijwar ê li dijî DAIŞê û rizgarkirina bajêr, wekî pêngaveke girîng ji bo jinûveavakirinê û bipêşxistina perwerdeya bi zimanê dayîkê yê Kurdî li herêmê hat vekirin û nêzîkî 3 hezar xwendekarên wê hene.
Di hevdîtina me ya Cejna Qurbanê de Birêz Abdullah Ocalan silavên xwe ji #ZanîngehaKobaniyê re şand û hemû xebatkar, kedkar, xwendekar û akademîsyenên zanîngehê pîroz kir.
— Ömer ÖCALAN (@omerrocalan) June 11, 2025
Birêz Ocalan qiymet û giringiyeke mezin da xebatên zanîngehan li Rojava. Zanîngeh wek bingeh û hêlîna… pic.twitter.com/hJq4QwCtaa
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse