HPG: Tirkiye di êrişên xwe de çekên qedexe bi kar tîne

12-06-2025
RÛDAW
Nîşan Hêzên Parastina Gel (HPG) Artêşa Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser êrişên Tirkiyeyê ragihand, “Eger êriş ranewestin hêzên me dê mafê xwe yê derbasbûna pozîsyona çalakiyê bi kar bînin.”

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye ragihand ku artêşa Tirkiyeyê bi hemû cure çek û teqemeniyan di êrişên xwe yên li dijî hêzên wan de berdewam in.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê derbarê pêşhatên dawî û êrişên artêşa Tirkiyeyê yên li dijî gerîlayên wan daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

“Dixwaze gerîlayan bi gazên kîmyayî îmha bike”

HPGyê bi bîr xist ku wan piştî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê ji 1ê Adara 2025an ve agirbest ragihandiye û hêzên wan derbasî pozîsyoneke cuda bûne û got:

“Li herêmên Zap û Metînayê hêzên artêşa Tirk li pey derfetê ne, çalakînekirina hêzên me ji xwe re wekî derfet dibînin lewma bi rihetî tevdigerin û hewl didin qadên gerîlayan dorpêç bikin.”

HPGyê ragihand ku artêşa Tirkiyeyê bi teqemeniyên xurt, gazên kîmyayî, dronên bombebarkirî û sondajan hewl dide tunelan qul bike û hilweşîn û anî ziman:

“Bi çekên giran êrîşî tunelên me dikin.

Li gel biryarên Kongreya 12emîn a PKKyê jî artêşa Tirk bi taybetî li gundê Sêgirê û Girê Amêdiyê yên nêzîkî navçeya Amêdiyê û gundê Şêlazê yê Metînayê yên li Başûrê Kurdistanê, li ser qadên me rojên dawî gelekî gazên kîmyayî bi kar tîne.

Artêşa Tirk ji xwe re kiriye armanc ku bi taybetî li van sê kampan hêzên gerîlayan bi gazên kîmyayî îmha bike.”

Hêzên Parastina Gel diyar kir ku li herêmê hinek aliyên ku ji şer rantê bi dest dixin dixwazin biryarên Kongreya 12emîn a PKKyê û daxwaza Abdullah Ocalan têk bibin û da zanîn:

“Ev hewldana derfeta komkujiyê ya alîgiriya şer ku hewl dide bi sûdwergirtina ji şert û mercên agirbestê li van sê xalan gerîlayan îmha bike, nêzîkatiyeke nemerdane ye.

Hem dixwaze vê yekê bi çekên di asta navneteweyî de hatine qedexekirin bike, hem jî pêvajoya aştiyê sabote bike. Bi vî rengî di êrişkariyê de israr dike.”

HPGyê derbarê êrişên artêşa Tirkiyeyê tekez kir ku eger êrişên li dijî wan ranewestin dê hêzên wan jî dê mafê xwe yê derbasbûna pozîsyona çalakiyê bi kar bînin û bi rengên cuda bersivê bidin û got:

“Ji bo rewşeke bi vî rengî rû nede, divê ev rantxuriya şer a li pey qehremaniya erzan, namerd û qirêj e were rawestandin.

Eşkere ye ku eger ne ji pozîsyona agirbestê bûya wan nikarîbû bi vî rengî dorpêç kiriban.

Eşkere ye ku dixwazin sûdê ji vê wergire û encamê bi dest bixe.”

“Çekên qedexe bi kar tîne”

Hêzên Parastina Gel banga rawestandina êrişan jî kir û anî ziman:

“Her beşê ku alîgirê aştî û çareseriyê ne, em bangî wan dikin ku di vê mijarê de înîsiyatîfê bistînin.

Her wiha em bangî hemû saziyên alîgirê mafên mirovan dikin ên ku li ber bikaranîna çekên qedexekirî radibin, bangî hemû derdorên alîgirê aştî û demokrasiyê dikin ku li pêşiya dewleta Tirk bibin asteng ku li Metîna û Rojavayê Zapê bi rengekî li derveyî mirovahiyê çekên qedexe bi kar tîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst