Dê çi bi çekên ku hatin şewitandin were?

12-07-2025
RÛDAW
Nîşan Çek PKK Pêvajoya Çareseriyê Şikefta Caseneyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekên ku 30 gerîlayên PKKyê şewitandin dê li Şikefta Caseneyê bimînin û werin parastin.

Birêvebirê Muzexaneya Ewlehiya Neteweyî ya Silêmaniyê Ako Xerîb ragihand ku çekên hatine şewitandin dê li Şikefta Caseneyê werin parastin.

Di merasîmeke li Şikefta Caseneyê ya di nava sînorê navçeya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê de doh komeke gerîlayên PKKyê wekî “nîşaneya niyetpakiyê” ya ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê çekên xwe şewitandin.

Birêvebirê Muzexaneya Ewlehiya Neteweyî ya Silêmaniyê Ako Xerîb da zanîn:

“Biryarek hatibû dayîn ku çekên şewitandî bibin Muzexaneya Neteweyî ya Emne Surekeyê û li wir bên nîşandan û parastin.

Lê belê ev biryar paşê hat guhertin. Li gorî biryarê, dê çekên şewitandî li cihê ku lê hatine şewitandin, ango li Şikefta Caseneyê bên parastin.

12ê Tîrmehê ji bo diyarkirina cihekî taybet ê parastina çekan dê rêkar bên diyarkirin û biryar li ser awayê parastina wan were dayîn.”

Di merasîmê de 30 gerîlayên ku di nava wan de Hevseroka Desteya Birêvebir a KCKyê Besê Hozat û sê berpirsên din ên payebilind hebûn çekên xwe şewitandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst