MÊRSÎN - Êrişî malbateke Kurd hat kirin: ‘Hûn çima bi Kurdî diaxivin?’

12-08-2025
RÛDAW
Nîşan Mersîn DEM Partî Alî Bozan Erişa Nijadperestî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Kîsecîkê yê navçeya Çamliyaylayê ya Mersînê, malbateke Kurd ji ber ku bi Kurdî diaxivî, rastî êrişeke nijadperestî hat.

Di êrişê de Adnan Nazli bi giranî birîndar bû û ew rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Tarsûsê. Hat zanîn ku êrişkar hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyan, malbata ji Êliha Bakurê Kurdistanê doh dema ji seyranê vedigeriya, li ber deriyê gund ji aliyê komekê ve ku muxtarê gund jî di nav de bû, hat rawestandin.

Êrişkaran ji malbatê re got, "Ev der Komara Tirkiyeyê ye, hûn çima bi Kurdî diaxivin?" û li endamên malbatê dan ku di nav wan de jin û pitikeke 3 mehî jî hebûn.

Piştî êrişê malbat bi derfetên xwe çû Nexweşxaneya Bajar a Mersînê.

Adnan Nazliyê ku di êrişê de bi giranî birîndar bûbû, rakirin beşa lezgîn. Endamên din ên malbatê jî piştî dermankirinê ji bo malên xwe hatin şandin.

Li ser giliyê malbatê, êrişkar hatin desteserkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Tarsûsê.

Alî Bozan: Em dê şopdarên bûyerê bin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku ew û rêxistina partiya xwe çûne serdana malbatê.

Bozan anî zimên ku malbat dema ji seyranê vedigeriya rastî êrişê hatiye û got:

"Komeke faşîst ku muxtarên kevn û nû jî di nava wan de bûn, bêyî ku bibêjin pitik, zarok, kal û pîr êrişî malbatê kiriye.

Dayika me gotiye 'Ji bo xatirê Xwedê, pêxember rawestin, pitik û zarok hene', wan jî gotiye 'Ev der Komara Tirkiyeyê ye, bi Tirkî biaxive' û êrişî dayika me ya ku temenê wê ji 70 salî zêdetir e jî kirine.

Her faşîstê ku Kurdan û zimanê Kurdî qebûl nake, em jî wan qebûl nakin. Ev hovîtî ye. Bi dijminatiya Kurdan êrişkirina ser pitikê, ciwanên me û dayika me ya kal namerdî ye."

Alî Bozan da zanîn ku wekî DEM Partiyê dê şopdarên bûyerê bin û xwest ku hemû berpirsiyar bi lez bên girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst