Alî Bozan: Divê ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê gav bên avêtin

03-10-2025
RÛDAW
Nîşan Alî Bozan DEM Partî Zimanê Dayîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî û got,”Divê ji bo perwerdehiya bi zimanê dayîkê gav bên avêtin”

Alî Bozan li Parlamentoya Tirkiyeyê pirsî, "Gelo bira zimanê birayê xwe qedexe dike?" û got, "Eger em dibêjin Komara Demokratîk’ êdî divê em bi çavên nû li hev binêrin.

Divê her kes, parlamento jî di nav de, bikaribe bi zimanê xwe yê dayîkê bi awayekî azad biaxive."

Parlamenterê DEM Partiyê di rûniştina Lijneya Giştî ya Parlamentoyê ya li ser raporên saziyên dewletê de axivî.

"Gelo bira zimanê birayê xwe qedexe dike?"

Alî Bozan amaje bi astengî û qedexeyên li ser Kurdî kir û got,"Gelo bira zimanê birayê xwe qedexe dike? Yan em ne bira ne, yan di vî karî de tiştek heye, ne wisa?

Ez Kurd im, zimanê min ê dayîkê Kurdî ye. Ez Kurd ji dayîk bûm. Peyvên min ên yekem Kurdî bûn.

Dema ku min dest bi dibistana seretayî kir ez fêrî Tirkî bûm. Li vî welatî çima hîn jî ez rastî êrişên li ser zimanê xwe têm?

Li vê parlamentoyê Kurdî çima qedexe ye? Eger ez li vê parlamentoyê bi Kurdî biaxivim dê welat parçe bibe?

Eger zarokên Kurd li dibistanê bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdehiyê bibînin dê qiyamet rabe?

Ev helwesta înkarker û seretayî çima heye?

Em vê helwestê qebûl nakin. Kurdan heta îro astengî û êrişên li hemberî zimanê xwe yê dayîkê qebûl nekirine. Ji niha û pê ve jî qebûl nakin."

"Divê em hiqûqeke yekîtiyê ya wekhev ava bikin"

Parlamenterê DEM Partiyê Bozan di berdewamiya axaftina xwe de got:

"Êdî divê mejî biguherin. Eger em dibêjin Komara Demokratîk’ êdî divê em bi çavên nû li hev binêrin.

Divê her kes, parlamento jî di nav de, bi zimanê xwe yê dayîkê bi awayekî azad biaxive.

Werin em hiqûqeke yekîtiyê ya ku rêzê li Kurdî digire, di ziman de wekhev e, di hemwelatîbûnê de wekhev e û di bin ewlehiya destûrî de ye ava bikin."

"Ev bang, banga gelê Kurd e"

Alî Bozan di dawiya axaftina xwe de bang kir û got, "Ez di vê rûniştina yekem a parlamentoyê de bangekê dubare dikim.

Ev bang, banga gelê Kurd e. Divê ji bo perwerdehiya bi zimanê dayîkê bi lez gavên pêwîst bên avêtin.

Divê hiqûqeke yekîtiyê ya ku newekheviyên di ziman de ji holê radike, were avakirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst