Hewlêr (Rûdaw) - Îraqê dîplomatên Kurd ên bi ezmûn Bekir Ehmed Ezîz Caf ji bo Polonyayê û Ehmed Tehsîn Berwarî jî ji bo Çînê wekî balyoz erkdar kirin.
Her du dîplomatan berê jî erkên girîng ên derve pêk anîne û biryarnameyên serokkomariyê yên derbarê tayînkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.
Tayînkirin bi biryarnameyên ku di hejmara 11ê Tebaxa 2025an a rojnameya fermî ya Îraqê "Weqayî el-Îraqiye" de hatin weşandin, bûn fermî.
Yek ji biryarnameyan derbarê erkdarkirina Bekir Ehmed Ezîz Caf a wekî Balyozê Îraqê yê li Polonyayê ye.
Bekir Ehmed Ezîz Caf beriya erka xwe ya nû ya li Polonyayê, li Romanyayê balyoz bû.
Berê jî li Gurcistan û Ukraynayê di heman postên dîplomatîk de kar kiribû.
Biryarnameya din jî li ser tayînkirina Ehmed Tehsîn Berwarî ya wekî Balyozê Îraqê yê li Çînê ye.
Ehmed Tehsîn Berwarî beriya ku were ser vî erkî, serokê nûnertiya Îraqê ya NATOyê bû.
Berê jî wekî balyozê Îraqê yê li Nepal û Hindistanê xizmet kiribû.
Biryarnameyên serokomariyê yên derbarê tayînkirina her du balyozên Kurd de 29ê Tîrmeha 2025an hatibûn derxistin.
Li gorî biryara ku di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, tayînkirin dê ji roja derxistina biryarnameyan ve derbasdar bin û Wezîrê Karên Derve dê ji bicihanîna biryarnameyê berpirsyar be.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji Wezareta Karên Derve ya Îraqê wergirtine, ev guhertin di çarçoveya siyaseta rotasyonê ya standard a wezaretê û prensîba dema erkê ya pêncsalî ya balyozan de hatine kirin.
Li gorî vê prensîbê, balyozê ku dema erka xwe ya pêncsalî temam dike yan ji bo welatekî din tê tayînkirin yan jî vedigere navenda wezaretê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse