Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê îro 9emîn civîna xwe li dar dixe û dê nêrînên odeyên pîşeyî û karsazan ên derbarê pêvajoyê de guhdar bike.
Komîsyonaa ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hatiye avakirin dê îro saet 14:00an careke din bicive.
Doh Komîsyonê di civîna xwe ya 8emîn de bi nûnerên konfederasyonên sendîkayan re hevdîtin kiribû.
Biryar e îro Komîsyon bi Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyeyê (TOBB), Yekîtiya Odeyên Çandiniyê yên Tirkiyeyê (TZOB), Konfederasyona Dikandar û Hunerkarên Tirkiyeyê (TESK), Konfederasyona Sendîkayên Karsazên Tirkiyeyê (TÎSK), Komeleya Pîşesazî û Karsazên Tirkiyeyê (TUSÎAD) û Komeleya Pîşesaz û Karsazên Serbixwe (MUSÎAD) re bicive û nêrînên wan ên derbarê pêvajoyê de wergire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse