Komîsyonê guh da serokên berê yên parlamentoyê

28-08-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Civîna Komîsyonê\ Wêne: AA
Civîna Komîsyonê\ Wêne: AA
Nîşan Komîsyona Pêvajoyê Pêvajoya Çareseriyê Numan Kurtulmuş.
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê di civîna xwe ya heftemîn de li 10 serokên berê yên Parlamentoya Tirkiyeyê guhdarî kir.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ji serokên berê xwest ku bi ezmûna xwe alîkariyê bidin karên yasayî yên Komîsyonê.

Di civîna şeşemîn de, Serokê Parlamentoya Tirkiyyeê ji bo Komîsyonê daxwaza "bingeheke yasayî" kiribû.

Numan Kurtulmuş di vê çarçoveyê de, hem ji baroyan û hem jî ji serokên berê yên parlamentoyê daxwaza alîkariyê kir.

Numan Kurtulmuş: Tecrubeya wan ji bo me girîng e

Numan Kurtulmuş li ser civînê axivî û got: “Me îro pêşwaziya 10 serokên berê yên parlamentoyê kir. Her yekî ji wan hem di karên yasayî de, hem jî di karên siyasî de xwedî ezmûnên hêja ne.

Wan di tevahiya jiyana xwe de mijarên sereke û tecrubeya demokrasiya Tirkiyeyê şopandiye û ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewl daye.

Em spasiya wan dikin ku îro daxwaza me qebûl kir û hatin Komîsyonê.”

Baro jî dê raporên xwe pêşkêş bikin

Serokên baroyan jî yên ku beşdarî civînê bûn, nêrînên xwe bi Komîsyonê re parve kir.

Tê payîn ku serokên baroyan di rojên pêş de raporên xwe yên berfirehtir radestî Numan Kurtulmuş bikin.

Serokê Baroya Sêwazê Fatih Sevîm jî li ser civînê wiha axivî:

“Em wekî deh baroyan çûn Komîsyonê û me nêrînên xwe pêşkêş kir. Mijareke hessas li pêşiya me ye.

Ji bo min gelekî girîng e ku hemû alî nêrînên xwe bêjin da ku pêvajo baştir birêve biçe. Nêrîna me ya fermî hat tomarkirin. Bila ji bo welatê me bi xêr be.”

Rojeva civînên bê: Hevdîtina bi Ocalan re ye

Biryar e civînên heştemîn û nehemîn ên Komîsyonê hefteya bê roja sêşem û çarşemê bên lidarxistin.

Komîsyon hefteya bê, dê hevdîtina dawî ya Heyeta Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re jî binirxîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin