Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê KONGRA-GELê Remzî Kartal diyar kir ku MHP û AK Partî dixwazin Rojavayê Kurdistanê xwe teslîmî HTŞyê bike.
Kartal got, "AKP hewl dide pêvajoyê ji bo hesabên desthilatê bi kar bîne. Divê nûnerên dewletê dev ji vî uslûbê xwe yê xerab berdin."
Hevserokê KONGRA-GELê Remzî Kartal derbarê pêvajoya çareseriyê û pêşhatên dawî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Kartal da zanîn ku gavên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan diavêje berpirsyariyeke dîrokî ne û got ku ji bo bilezkirina pêvajoyê divê raya giştî û civaka sivîl roleke çalak bilîzin.
"Zemîna çareseriya pirsgirêka 100 salî"
Hevserokê KONGRA-GELê nêzîkatiya Abdullah Ocalan wekî derfeteke girîng nirxand û got, "Rêber Apo bi berpirsyariyeke dîrokî şensekî mezin ji bo gelên Tirkiyeyê û herêmê afirand.
Zemîneke mezin ji bo çareseriya pirsgirêka 100 salî afirand. Lê dewlet li hemberî vê gavên pêwîst naavêje.
Ev yek di serê raya giştî de rê li ber gumanan vedike. Pir hêdî tevdigerin û hîn jî hesabên siyasî yên desthilatê hene."
"AKP pêvajoyê wekî amûr bi kar tîne"
Remzî Kartal da zanîn ku ji bo bilezkirina pêvajoyê divê raya giştî rola xwe bilîze û got, "Tabloyeke ku tenê danîna çekan esas digire li holê heye.
Divê ev bên derbaskirin û sekn û nêzîkatiyên wêrek hebin.
Ew tespîta ku dibêje AKP dixwaze vê pêvajoyê ji bo dirêjkirina emrê xwe bi kar bîne, rast e. Bes ne mimkin e ku encamê jê bigire.
Pirsgirêka Kurdan bi polîtîkayên fermî yên dewletê çareser nabe."
"Sekna Rêber Apo zelal e"
Hevserokê KONGRA-GELê destnîşan kir ku Rojavayê Kurdistanê wekî amûrekî zextê li ser Abdullah Ocalan tê bikaranîn û ev nêzîkatî wekî şaşî nirxand.
Kartal di berdewamiyê jî de behsa helwesta Ocalan kir û got, "Sekna Rêber Apo zelal e; 'Ji bo demokrasî û çareseriyê ez her tim amade me rola xwe bilîzim. Lê hûn nikarin li ser min tevgera tesfiyeyê bimeşînin.'
Nêzîkatiyên şaş dê vê derfeta dîrokî tune bikin. Dixwazin Rojava xwe teslîmî HTŞyê bike. Ev ji Rêber Apo tê xwestin.
Nêzîkatiya AKPê ya li dijî Rojava, nêzîkatiya li dijî gelê Kurd nîşan dide. Ev xeletiyeke mezin e."
"Heta niha bi şer çareser nekirin"
Remzî Kartal derbarê gefa "şûr" a Erdogan de got, "Heta niha bi şûr, çek û şer çareser nekirin. Eger bikaribûna li Îmraliyê pêvajoyeke wiha dest pê nedikir.
Rêber Apo ji bo gelên Tirkiyeyê derfetek afirand. Pir şaş e ku bi şûr bersiv bê dayîn. Kurd ne Kurdên berê ne.
Divê nûnerên dewletê dev ji vî uslûba xwe ya xerab berdin. Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere.”
Helwesta Barzanî girîng e
Siyasetmedarê Kurd Kartal têkiliyên AKP-MHPyê yên bi HTŞyê re wekî "rontgena înkara Kurdan" bi nav kir û got ku hesabên ji bo tesfiyekirina Rêveberiya Xweser şaş in.
Remzî Kartal amaje bi gotinên Serok Mesûd Barzanî yên derbarê Rojava jî kir û got: “Di mijara Şingal û Mexmûrê de em dixwazin helwestekî nû bi pêş bixin.
Em dibînin ku nêzîkatiyên erênî yên Birêz Barzanî di vê mijarê de hene.
Helwesta wî ya ji bo hevdîtina bi rêbertiyê re û li dijî êrişeke muhtemel a li dijî Rojava girîng e.
Lê mijarên Mexmûr û Şingalê jî pir girîng in û ji bo yekîtiya Kurdan derfet û ezmûn in."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse