Hewlêr (Rûdaw) - Ajokarê TIRê yê ku li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê winda bûbû, di encama operasyoneke bi dronê de hat dîtin.
Li gorî agahiyan, Ridvan V.yê ku bi TIRa xwe ya bi reqema 34 VRE 12yan kel û pel dibirin tesîseke li herêma Çiyayê Gabarê, rêya xwe şaş kir.
Hevjîna wî piştî ku saet 00:55an pêwendiya telefonê qut bû, agahî da tîman.
Li ser agahdarkirinê, tîmên AFADê û cendirme çûn herêmê.
Tîmeke ku ji 16 kesan pêk dihat, bi 3 wesayîtan û droneke termal li herêma asê û daristanî dest bi lêgerînê kir.
Di encama xebatan de Ridvan V. derdora saet 06:55an hat dîtin.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Ridvan V. baş e û ew ji bo kontrolê radestî tîmên tenduristiyê hatiye kirin.
Her wiha hat zanîn ku Ridvan V. rêya xwe şaş kiriye û ji ber ku şarja telefona wî xilas bûye, nikaribûye alîkariyê bixwaze û di wesayîta xwe de li benda alîkariyê maye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse