Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Sûriye bi awayekî fermî bû endamê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê, wê rêxistinê êrişên xwe yên li hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê zêde kirine.
Di êrişa herî nû ya li Reqayê de kuştî û birîndar hene.
Li gorî medyaya fermî ya Sûriyeyê, roja yekşemê çekdarên DAIŞê êrişî xala kontrolê ya "Sebahiye"yê ya li deriyê rojavayê bajarê Reqayê kir.
Di encama rûbirûbûnê de endamekî Hêzên Ewlehiyê ya Sûriyeyê hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.
Çavkaniyên ewlehiyê dan zanîn ku di dema şer de yek ji êrişkaran hatiye kuştin ku wî kembereke bombekirî bi xwe ve girêdabû.
Her wiha çend bombeyên destan û amûreke birînê pê re bûn.
Ev, di kêmtirî 24 demjimêran de li wan herêman êrişa sêyem a bi vî rengî ye.
Êrişên li Dera û Dêrezorê
Di heman demê de li parêzgeha Derayê, komeke çekdar bi bombeyên destan êrişî navendeke ewlehiyê ya li bajarê Herakê kir lê di êrişê de tenê zerera madî çêbû.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê piştrast kir ku leşkerekî Firqeya 42yan a artêşê û welatiyekî sivîl ji aliyê "kesên nenas" ve hatine kuştin.
Rêxistina DAIŞê berpirsyariya zincîreyên êrişên li Reqa û Dêrezorê girt ser xwe.
DAIŞê bi rêya ajansa "Dabiq"ê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew li dijî desthilata nû ya Sûriyeyê derbasî "qonaxeke nû ya operasyonan" bûne.
DAIŞê eşkere kir ku wan li bajarê Meyadînê bi demançeyê endamekî hêzên ewlehiyê kiriye armanc û li Reqayê jî bi çekan êrişî du leşkeran kiriye.
Banga şer a DAIŞê
Ev yek piştî wê hat ku roja şemiyê, DAIŞê di peyameke dengî de ji çekdarên xwe xwest ku li dijî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê şer bikin.
Berdevkê DAIŞê Ebû Huzeyfe El-Ensarî tekez kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê "bi hikûmeta xwe ya laîk û artêşa xwe ya neteweperest kafir e û ji dîn derketiye."
Wî her wiha bangî "leşkerên Şamê" kir ku bi awayekî cidî hewl bidin li dijî wan şer bikin û "welêt ji destê wan rizgar bikin."
Ev pêşhatên ewlehiyê di demekê de ne ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed Şer li hemberî DAIŞê helwesteke tund nîşan daye.
Ehmed Şer Çiriya Paşîn a borî di serdana xwe ya Amerîkayê de bi Donald Trump re civiya û wî li ser tevlîbûna Sûriyeyê ya nav Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê îmze kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse