Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de li Hewlêrê PDKyê 9 û YNKyê 3 kursî bi dest xistin.
Tevgera Helwestê ku di van hilbijartinan de bal kişand ser xwe, bi 2 kursiyan dê li Parlamentoya Îraqê bê temsîlkirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê encamên hilbijartinên ku doh li Îraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin, ji raya giştî re ragihandin.
Li gorî wê, ji sedî 99,98ê dengan hatine hejmartin.
Li gorî daneyên Komîsyonê, li paytext Hewlêrê ji 1 milyon û 115 hezar û 122 hilbijêrên tomarkirî, 798 hezar û 986 kesan dengê xwe bi kar aniye.
Li Hewlêrê 107 deng wekî pûç hatin hesibandin û rêjeya beşdariyê ji sedî 71,65 bû.
Li Parlamentoya Îraqê 16 kursiyên Hewlêrê hene ku yek ji wan ji bo kotayê ye.
Dabeşkirina dengan li Hewlêrê
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 369 hezar û 118 deng
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 97 hezar û 301 deng
Tevgera Helwest: 63 hezar û 288 deng
Nifşê Nû: 38 hezar û 911 deng
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 28 hezar û 650 deng
Komela Dadgerî ya Kurdistanê: 13 hezar û 772 deng
Bereya Gelê: 5 hezar û 584 deng
Eniye Tirkmenan a Îraqê: 1 hezar û 811 deng
Dabeşkirina kursiyan li Hewlêrê
PDK: 9 kursî
YNK: 3 kursî
Helwest: 2 kursî
Nifşê Nû: 1 kursî
Kota: 1 kursî
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse