Rizgarbûyeke ji destê DAIŞê dixwaze keçik û jinên din jî rizgar bike

13-01-2020
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Keçeke Kurda Êzidî ji bo rizgarkirina kesûkarên xwe çû nav malbatên DAIŞê
Keçeke Kurda Êzidî ji bo rizgarkirina kesûkarên xwe çû nav malbatên DAIŞê
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Kampa Holê Kurdên Êzidî
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Keçeke Kurda Êzidî piştî ku ji destê DAIŞê rizgarbûyî, hewl dide keçên din ên girtî rizgar bike û ji bo vê armancê serdana Kampa Holê yê ser bi bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê kir.

Rizgarbûya ji destê DAIŞê Meqbule Xidir cilûbergên DAIŞê li xwe kir daku neyê naskirin, 8 saetan di nav Kampa Holê de ma. Weke ew dibêje keçên Êzdî li nava kampa Holê de hene, lê ji tirsa jinên DAIŞê ew nikarin xwe eşkere bikin, ji ber ku jinên DAIŞî gef li wan kirine ku dê bêne cezakirin, eger xwe eşkere bikin.

Meqbule Xidir a 30 salî berî 8 salan ji destê DAIŞê rizgar bûye û berî sê mehan ligel çend hevalên xwe, cil û bergên DAIŞê lixwe kirin û çûn nav Kampa Holê û li kesûkarên xwe geriyan.

Meqbule Xidir wiha behsa hewldanên xwe dike: “Me cilên reş lixwe kirin û ji bo dîtina kesên dîl, em çûn nav kampê. Me hinek dîtin û em ligel wan axivîn, lê wan newêran xwe diyar bikin û bibêjin em Êzidî ne. Li ba me zanyarî hene ku gelek keç li wir hene. Dema dizanin ku kesek li wan digerin cihê wan diguherînin.”

30 kes ji malbat û kesûkarên Meqbule wenda ne, ku bi gotina wê beşek ji wan li Kampa Holê ne. Di heyama 8 mehên borî de, nêzîkî 100 keç û jinên Kurdên Êzidî ji Kampa Holê hatine rizgarkirin.

Serokê Kmpên Rojavayê Kurdistanê Şêxmûs Ehmed jî dibêje: “Li gor agahiyên niha 45 jinên Êzidî li kampê hene. Zehmetiya wê ew e ku ew jinên li wir ditris in. Rêxistina DAIŞê ji wan re dibêje eger hûn xwe eşkere bikin û bibêjim em Êzidî ne rexistna me li her derê heye dê we bikuje. Ji ber vê yekê jî newêrin xwe eşkere bikin.”

Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, kar dike ku kesên ketîn di destê DAIŞê de rizgar bike. Piştî ragihandina bidawîhatina xelafeta DAIŞê karê  wan zêdetir bûne.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Qaîdî jî got: “Em berê xwe bidin wan amarên ku berî niha kar li ser dihat kirin wê wextê terorîstên DAIŞê li Iraq û Sûriyê hebûn û proseya rizgarkirinê ji niha hêsantir bû.Me hawara xwe gihandiye civaka navdewletî jî.”

Nêzîkî 5 sal û nîvan e, malbatên revandiyên ji aliyê DAIŞê ve, çavê wan li vegera kesûkarê wan in, ku ji sedî 45ê wan wenda ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst