کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Ebdulhemîd Derbendî  û Mezlûm Ebdî civiyan / Wêne: HSD

Ebdulhemîd Derbendî û Mezlûm Ebdî civiyan / Wêne: HSD

Kurdistan

Nûnerê Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan

RÛDAW

RÛDAW

13-01-2025
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW13-01-2025

Nûçeyên Têkildar

Yekîtiya Nivîskarên Jin: Statuya Başûrê Kurdistanê xeta me ya sor e
Kurdistan26-11-2026

Yekîtiya Nivîskarên Jin: Statuya Başûrê Kurdistanê xeta me ya sor e

Mesrûr Barzanî: Berpirsên Bexdayê baweriya xwe bi federalîzmê nayînin
Kurdistan26-11-2026

Mesrûr Barzanî: Berpirsên Bexdayê baweriya xwe bi federalîzmê nayînin

Şaxewan Ebdulah: PDK û YNK dê di dan û standinan de bibin xwedî yek helwestê
Kurdistan26-11-2026

Şaxewan Ebdulah: PDK û YNK dê di dan û standinan de bibin xwedî yek helwestê

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Serok Mesûd Barzanî Ebdulhemîd Derbendî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya.

Nûnerê Serok Mesûd Barzanî Ebdulhemîd Derbendî îro çû Rojavayê Kurdistanê.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî Ebdulhemîd Derbendî pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniyê Ebdulhemîd Derbendî û Mezlûm Ebdî di civînê de rewşa dawî ya Kurdan û herêmê hat gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di hevdîtinê de Dr. Derbendî peyama piştgiriyê ya Serok Barzanî ragihand ku tê de tekezî li ser girîngiya yekrêziya Kurdan û xurtkirina hevkariya hevbeş a ji bo serkeftina li ser zehmetiyên heyî yên li Sûriyeyê hatiye kirin.

Ji aliyê din ve, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî spasiya xwe ji bo peyam û piştgiriya Serok Barzanî anî zimên û tekezî li ser wê yekê kir ku qonaxa niha pêwîst e hemû aliyên Kurdan hewlên xwe bikin yek da ku aramî were parastin û berjewendiyên gelê Kurd bên parastin."

Vê dema ku çarenivîsa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê diguhere hewlên aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê yên ji bo yekrêziyê jî zêde bûne.

Divê were gotin ku Serok Barzanî 8ê vê mehê li Pîrmamê bi şandeya ENSKyê re civiyabû.

Şandeya ENKSyê ji Mihemed Îsmaîl, Silêman Oso, Feysel Yûsif, Fesla Yûsif û Nîmet Dawûd pêk hatibû.

Baregeha Barzanî dabû zanîn ku Serok Barzanî di civînê bal kişandiye ser girîngiya yekrêziya Kurdan.

🎙️ "Mezlûm Ebdî spasiya piştgiriya Serok Barzanî kir "

HSDyê li ser civîna Mezlûm Ebdî û Nûnerê Serok Mesûd Barzanî Ebdulhemîd Derbendî daxuyanî belav kir#HSD #Rojava pic.twitter.com/mjhKLlNpeL

— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 13, 2025

Pirsên