Serok Barzanî û şandeya Amerîkayê rewşa Îraq û Sûriyeyê gotûbêj kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Joshua Harris Amerîka Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê şandeke Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê pêşwazî kir ku Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê yê Îraqê Joshua Harris serokatiya wê dikir.

Di hevdîtinê de ku Konsula Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê Gwendolyn Green jî amade bû.

Joshua Harris sala nû li Serok Mesûd Barzanî û gelê Kurdistanê pîroz kir. Harris her wiha kurteyek derbarê pêvajoya siyasî ya Îraqê ya piştî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê pêwendiyên di navbera aliyên siyasî û hewldanên ji bo pêkanîna hikûmeteke federal a yekgirtî pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê bal kişand ser rewşa herêmê û aloziyên Sûriyeyê û pesnê hewldanên Serok Barzanî yên ji bo serkeftina pêvajoya siyasî ya Îraqê û aramkirina aloziyên li Sûriyeyê da.

Serok Barzanî jî bi xêrhatina şandeya mêvan kir û sala nû li wan pîroz kir.

Serok Barzanî derbarê rewşa Îraqê de piştrastî da şandeya mêvan ku ew dê ji bo hevahengiya di navbera aliyên siyasî, gihîştina encameke dilxweşker û pêkanîna hikûmeteke federal a bihêz tiştê ji destê wî were bike.

Serok Barzanî her wiha diyar kir ku ew dê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêk û astengiyên di navbera aliyên siyasî û her wiha çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de di hewldanên xwe de bidomîne. 

Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa Sûriyeyê û kêşeyên herêmê de jî ducare kir ku ew dê hewldanên cidî bide da ku hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û lihevkirinê, bi awayekî aştiyane û dûrî tundûtûjiyê werin çareserkirin.

Pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê û hewldanên ji bo baştirkirina van pêwendiyan mijareke din a hevdîtinê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst