Serok Barzanî û Petraeus: Divê destûr bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkan

13-10-2025
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî David Petraeus Îraq Herêma Kurdistanê Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê, pêşwaziya Serokê berê yê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) General David Petraeus kir.

General David Petraeus kêfxweşiya xwe ya ji bo dîtina ducare ya Serok Barzanî anî ziman. Generalê Amerîkî bi bîr xist ku wî cara dawî Serok Barzanî sala 2016an li eniyên şer ên Sihêlayê dîtibû.

Pesnê rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê

General Petraeus pesnê rola berbiçav a Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê da.

David Petraeus tekez kir ku Herêma Kurdistanê ji bo parastina aramiya Îraq û herêmê û ji bo bidestxistina aramî, demokrasî û pêkvejiyanê, rûbirûyî wan komên terorîst bûye.

General Petraeus da zanîn ku ew komên tûndrew piştî sala 2003yan serî hildan û bûn gefek li ser tevahiya herêmê û cîhanê.

Serok Barzanî spasiya Hevpeymanan kir

Serok Barzanî jî bi xêrhatina General David Petraeus kir û spasiya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serpereştiya Amerîkayê kir.

Serok Barzanî da zanîn ku Hevpeymaniyê û Amerîkayê di pêvajoya azadkirina Îraqê ji dîktatoriyê de roleke berbiçav lîstine.

Serok Mesûd Barzanî da zanîn ku wan ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê piştgirî daye Hêza Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Îraqê.

"Divê destûr bê pêkanîn"

Serok Barzanî li ser pêvajoya siyasî ya Îraqê tekezî li ser pêkanîna xalên destûra herdemî ya Îraqê kir û diyar kir ku ev yek rêya çareseriya yekcarî ye ji bo rizgarkirina Îraqê ji aloziyên siyasî pêk tê.

Serok Barzanî hêvî xwest ku hemû aliyên siyasî bi hev re li çareseriya pirsgirêkan bigerin û dev ji tolhildan û kîn û nefreta li hemberî hev berdin.

Serok Mesûd Barzanî reşnivîsa yasaya petrol û gazê ya sala 2007an wekî mînak anî zimên.

Barzanî da zanîn ku eger ew yasa wê demê bihata pesendkirin, niha dê ti pirsgirêkeke yasayî derbarê petrol û gazê de nemaba.

Serok Barzanî her wiha tekezî li ser peymana dawî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de kir û peyman bi erênî nirxand û hêvî xwest ku ew bibe bingehek ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan.

Her du aliyan her wiha rewşa siyasî ya herêmê, rewşa Sûriyeyê û gavên pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê gotûbêj kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst