Hewlêr (Rûdaw) - Îro 101 sal di ser destpêkirina Serhildana Şêx Seîdê Pîran re derbas dibin.
Lê belê serhildan bi ser neket û Şêx Seîd û hevalên wî ji aliyê hikûmeta wê demê ya Tirkiyeyê ve hatin îdamkirin.
Serhildana Şêx Seîdê Pîran 101 sal berê li Amedê dest pê kir.
Vê şoreşê di demeke kurt de li Çewlîg, Kanîreş, Pîran, Licê, Xarpêt û hinek navçeyên Erzirom û Gimgimê, bi giştî li 14 bajar û navçeyan deng veda.
Artêşa Tirkiyeyê bi alîkariya Sovyeta Sosyalîst û bi xiyaneta navxweyî ya hinek aliyan, ew serhildan têk bir.
Şêx Seîd û hevalên wî li ser Pira Evdirehman Paşa ya navçeya Gimgimê ya parêzgeha Mûşê hatin girtin.
Ew birin Amedê û li Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê hatin darizandin.
Pişt re Şêx Seîd Efendî û 47 hevalên wî 29ê Hezîrana 1925an li Qada Deriyê Çiyê hatin îdamkirin.
Cihê goran hîn jî ne diyar e
Heta îro jî cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî nayê zanîn.
Di serî de malbata Şêx Seîd, bi awayekî giştî Kurd û saziyên Kurdan ji dewleta Tirkiyeyê dixwazin ku cihê goran eşkere bike.
Bi armanca danasîna kesayet û şoreşa Şêx Seîd, sala 2014an li Amedê Komeleya Şêx Seîd hate avakirin.
Komeleyê heta niha ji bo tespîtkirina cihê goran serî li wezaretên pêwendîdar daye lê ti bersivên erênî wernegirtine.
Daxuyaniya Komeleya Şêx Seîd
Komeleya Şêx Seîd di salvegera 101an a destpêkirina serhildanê de daxuyaniyeke berfireh da çapemeniyê.
Komeleyê diyar kir ku serhildana sala 1925an di dîroka Komara Tirkiyeyê de xaleke girîng a şikestinê ne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê di roja me ya îro de jî didomin.
Komeleyê ji bo ku ev pêvajo bi awayekî saxlem û giştî were nirxandin, xwest ku ev gav werin avêtin:
- Belge û dokumentên îfadeyan ên di arşîvê de werin eşkerekirin.
- Tomarên dadweriyê werin vekirin.
- Bi taybetî arşîvên Parlamentoya Tirkiyeyê û hemû belgeyên fermî yên têkildar ji bo dîroknas, hiqûqnas û lêkolîneran bi kapasîteya tam werin vekirin.
Komeleyê destnîşan kir ku ev gava ku dê di çarçoveya prensîbên zelalbûnê de were avêtin, dê bibe xizmeta derketina heqîqeta dîrokî.
Aştiya civakî û hevrûbûn
Komeleyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser aştiya civakî û got:
"Hevrûbûna Tirkiyeyê bi dîroka xwe re û nirxandina bûyerên borî bi perspektîfeke piralî, hewcehiya bingehîn a gihîştina demokratîk û aştiya civakî ye.
Bi armanca xurtkirina hafizeya civakî, em di wê baweriyê de ne ku pêvajoyên 'helalkirin' û 'hevrûbûnê' berpirsyariyeke dîrokî ne."
'Daxwazeke mirovî: Tespîtkirina cihê goran'
Komeleyê daxwaza xwe ya ji bo tespîtkirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî ducare kir û anî ziman:
"Bicihanîna vê daxwazê, hem pêdiviya nirxên mirovî û wijdanî ye, hem jî di rêya avakirina aştiya civakî û paşerojeke hevpar de gaveke pir bi qîmet e.
Nirxandina demboriyê bi nêzîkatiyeke objektîf ji bo kokdayîna çanda demokratîk xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Têkoşîna me ya maf, hiqûq û edaletê dê bidome."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse