Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), PÊLKURD, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û hejmarek kesayetên serbixwe, di salvegera 101emîn a Serhildana Şêx Seîd de li Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Nûnerên partî û rêxistinan li Qada Şêx Seîd a Amedê kom bûn û daxuyaniyeke hevbeş belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tevgera Neteweyî ya Kurdan a 1925an ne bûyereke ji nişka ve bû.
Hat destnîşankirin ku ev tevger berdewamiya dîrokî ya hişmendiya siyasî ya Kurdan e ku ji destpêka sedsala 20an ve bi rêya Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê û rêxistinên din bi pêş ketiye.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Nenaskirina daxwazên mafên neteweyî û civakî yên Kurdan piştî Peymana Lozanê û girtina qada siyasî, rêberên raya giştî û dînamîkên civakî yên Kurd ber bi lêgerîna rêyeke nû ve bir."
Pêvajoya îdaman
Partî û rêxistinên Kurdistanî bi bîr anî ku Serhildana 1925an her çi qasî ji dema plankirî zûtir û bêyî amadehiyên temam dest pê kiribe jî, bû îfadeyeke dîrokî ya îradeya neteweya Kurdan a ji bo xwebirêvebirinê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev tevger di nav şert û mercên dijwar ên leşkerî û siyasî de hat tepeserkirin.
Paşê darvekirin, sirgûnkirin û cezayên dijwar ji aliyê Dadgehên Serxwebûnê yên Rojhilatê ve hatin dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Berê Mîralay Xalid Beg û hevalên wî 14ê Nîsana 1925an ji aliyê Dadgeha Leşkerî ya Bedlîsê ve hatin îdamkirin.
Dû re Şêx Seîd û hevalên wî 29ê Hezîrana 1925an hatin darvekirin.
Vê pêvajoyê şopeke kûr li ser bîra siyasî ya Kurdan hişt."
"Polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê didomin"
Aliyên beşdar diyar kir ku tevî derbasbûna sedsalekê jî polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û zordariyê bi awayên cuda didomin.
Hat destnîşankirin ku hewl tê dayîn pirsgirêka neteweyî ya Kurdan daxin asta rêziknameyên îdarî û çandî da ku daxwaza xwebirêvebirinê lawaz bibe.
Di daxuyaniyê de her wiha hat tekezkirin:
"Mîna her neteweyekê, mafê neteweya Kurd jî heye ku mafên xwe yên neteweyî, civakî, mirovî û meşrû di zemîna hiqûqa navneteweyî de biparêze."
Banga ji bo tifaqa neteweyî
Partî û rêxistinên Kurdistanî diyar kir ku mîrata dîrokî ya Serhildana 1925an berpirsyariya afirandina yekîtî û aqilê hevpar dixe ser milê wan.
Wan bangî rewşenbîr, nivîskar, rêberên ramanî, kesayetên welatparêz, komên dînî, rêxistinên ciwanan û jinan kir ku ji bo tifaqeke neteweyî û Kurdistanî bixebitin.
Nûnerên partiyan diyar kir ku ji bo avakirina platformeke neteweyî û demokratîk, lidarxistina komxebatekê gelekî girîng e.
'Divê cihê goran were eşkerekirin'
Di salvegera 101an a destpêka serhildanê de, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Yûsif Ziya Beg, Dr. Fuad û hemû birêvebir û şehîdên serhildanê hatin bibîranîn.
Di dawiya daxuyaniyê de ji Tirkiyeyê hat xwestin ku cihê goran eşkere bike:
"Em careke din diyar dikin ku divê dewleta Tirkiyeyê cihê gorên Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Yûsif Ziya Beg û 46 hevalên wan eşkere bike.
Her wiha divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî û cihê gora Seîdê Nursî jî were eşkerekirin."
#WÊNE - Li Amedê salvegera 101an a Serhildana Şêx Seîd hat bibîranîn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 13, 2026
💢 Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), PÊLKURD, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û hejmarek kesayetên serbixwe di… pic.twitter.com/g6nYt5CU6C
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse