Serok Barzanî û Sedir li ser lêkolîna derbarê 'binkeya Îsraîlê' de li hev kir

13-03-2022
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Muqteda Sedir Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û Muqteda Sedir peywendiyeke telefonî pêk anîn û herdu aliyan li hev kirin ku lêkolîn li ser îddîaya `hebûna binke û baregeha Îsraîlê li Hewlêrê` bê kirin.

Baregeha Barzanî ragihand, îro Yekşemê, 13/03/2022, Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê peywendî bi Muqteda Sedir kir û li gor daxuyaniyê, “Di wê peywendiya telefonî de danûstandina bîr û boçûnan derbarê êrişa mûşekî ya şeva derbasbûyî ya li ser Hewlêrê hat kirin û herdu alî li ser wê yekê rêkeftin ku lijneyeke lêkolînê bo derxistina rastiyan bê pêkanîn li ser wan îddîayên ku qaşo baregeha Îsrraîlê li Hewlêrê heye û kirine hincet ji bo êrişa li ser Hewlêrê.”

Li aliyê din Muqteda Sedir li hejmara xwe ya Twitterê ragihand, “Nabe axa Iraqê ji bakur ta başûr, ji rojhilat ta rojava bikin meydanek ji bo milmilaneyên siyasî, emnî û serbazî.”

Muqteda Sedir dibêje, “çawa em wan êrişan şermezar dikin ku ji axa Iraqê bo ser welatên cîran tên kirin, di heman demê de her desterdaneke derve û bordûmankirina xaka Iraqê ku xwedî serweriya temam e, em şermezar dikin.”

Şeva derbasbûyî bi 12 mûşekan êriş li ser çend deverên Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin û Supaya Pasdaran jî bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişê li xwe girt.

Supaya Pasdaran berpirsyariya êrişa bo ser Hewlêrê li xwe girt. Supaya Pasdaran dibêje, “Navenda Plangerî û Xirabiyê ya Stratejîk a Siyonîstan bû armanca mûşekên me yên bihêz.”

Li aliyê din Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro di kongreyeke rojnamevanî de li ser pirsa Rûdawê tekez kir, ti binke û cihên Îsraîlê li Herêma Kurdistanê tune ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst