Wanî li bendê ne di pêşbirka NASAyê de gola Wanê bibe yekemîn

13-04-2021
RÛDAW
Gola Wanê gihiştiye qonaxa dawî ya pêşbirkêya NASAyê
Gola Wanê gihiştiye qonaxa dawî ya pêşbirkêya NASAyê
Nîşan Gola Wanê NASA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşbirka NASAyê ya ji bo wêneyên herî xweşik ên cîhanê berdewam e û roja 14ê vê mehê, dê wêneyê yekem bê destnîşankirin.  Yek ji wan fotoyên ku gihîştine fînalê, wêneyê Gola Wanê ye ku ji esman ve hatiye kişandin.

Wêneyekî gola Wanê di pêşbirkêya NASA de gihiştiye qonaxa dawî û ligel wêneyê Sitêrkên gerok ser kîşwerê Amerîkayê  hevrikiyê li ser pileya yekem dike. Ev pêşbirke bi rêya dengdana onlinê birêve diçe.

Xelkê Wanê û Waniyên li çar aliyê cîhanê lînka dengdayînê ji ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve dikin û bo wêneya bajarê wan bibe yekemîna pêşbaziyê hewl didin.

Wêneyê Gola Wanê di qonaxa yekem a hilbijartinan de rêjeya %94ê dengan wergirt û gihîşt qonaxa fînalê. Xelk jî dikare bi rêya online piştevaniyê li wêneyan bike û di vê çarçoveyê de li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê jî kampanyayek hatiye destpêkirin. Mihemed Emîn Bîlmez parêzgarê Wanê daxwazê dike xelk deng bi wêneyê gola Wanê bidin.

Parêzgarê Wanê Mehmet Emin Bilmez got: “Bi nerîna min ev pêşbirkê rola xwe heye di belavkirina hişyariyê bo parastina pîsnekirina gola Wanê, herwiha bo sektora geştyariyê jî. Hevdem girîng e daku gol bi vê şînbûna niha û bo rengekî ciwantir jî bimîne, ku radestî neviyên siberojê bikin. Îca ez daxwazê ji tevahiya xelkê Wanê û bajarên din jî dikim daku beşdariyê di vê kampeynê de bikin.”

Ajansa NASA roja 15ê Adara 2021ê pêşbirkêyeke fotografî rêkxist, ku tê de 32 wêneyên berbijêrkirî ku yek ji wan wêneyê gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê bû, ku ji valahiya asman ve hatiye girtin.

Lînka dengdana NASAyê di medyan de hatiye belavkirin, û heta roja 14ê Nîsanê berdewam dibe. Her kesek dikare deng bide.

Wêneyê gola Wanê roja 12ê Îlona 2016ê ji aliyê Keyt Robensen ve hatiye girtin, û NASA ew daniye rêza 32 wêneyên hilbijartî û ew xistiye pêşbirkeyeke taybet.

Gola Wanê mezintirîn golên Kurdistanê ye, rûberê wê 3 hezar û 713 kîlometreyên çargoşe ye û 4 girav di nav de ne. Salane nêzîka milyonek geştyarî berê xwe didin Wanê û gola wê, ku piraniya wan jî xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ne.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst