Mahmut Alinak hat azadkirin

13-05-2020
Nîşan Mahmut Alinak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Mahmût Alinak ku jê re cezayê zîndanîkirina heta hetayê dihat xwestin hat azadkirin.

Îro danîşîna doza Nivîskar û siyasetvanê Kurd Mahmut Alinak ku ji ber nivîsîna nameyekê bo Netewên Yekbûyî, herwiha bilavkirina çend pirtûkan ku rexne li dewleta Tirkiyş kirine, daxwaza girtina heta hetayî bo hatibû xwestin, li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Qersê birevê çû.

Kurê Mahmut Alinak, parêzer Bişar Abdî Alinak li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku bavê di danişîna yekemîn a dozê de hat berdan.

Ji ber daxuyanî, pirtûk û gotarên rexneyî ku nivîsandine, 22mîn Dadgeha Cezayên Giran a Tirkiyê li bajarê Stenbolê, dosyeya lêkolînê li ser nivîskar, siyasetmedar û parêzerê Kurd Mehmut Alinak vekiribû, 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Qersê ew yek pejirandibû.

Di vê doza ku ji aliyê dozgerê giştî yê Tirkiyê ve hatibû amadekirin, daxwaza zîndana heta hetayî bo Mahmut Alinak hatibû kirin.

Alinak ji 13yê Sibata 2020an ve di girtîgehê de bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst