Xelfetî bûye navendeke geştyariyê

13-05-2024
RÛDAW
Nîşan Xelfetî Geştyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navçeya Xelfetiyê ya Rihayê bi saya Gola Bendavê ya Bêrecûkê wekî bajarekî qeraxê xuya dike.

Navçe bi taybetî di betlaneyên wekî dawiya hefteyê de bala şêniyên herêmê dikşîne.

Beşeke Gola Bendavê ya Bêrecûkê li ser Çemê Feratê hatiye avakirin.

Xelfetî ji ber ku li jêra golê hatiye avakirin û bajarekî aram e, Komîteya Kordînasyonê ya Navneteweyî ya Cittaslowê sala 2013yan navçe tevî tora "bajarên aram" kir.

Navçe bi xaniyên xwe yên kevir û bi xweşikahiya xwe ya siruştî wekî "bihuşta veşartî" jî binavkirin û vê gavê bûye pêgeha geştyaran.

Navçe ji dûr ve wekî bajarekî qeraxê xuya dike.

Bi taybetî dawiya hefteyê geştyarên ji Riha, Dîlok, Semsûr û bajarên derdorê diçin Xelfetiyê .

Geşyar li peravên Çemê Feratê dimeşin an jî li kelekan siwar dibin û bajarê binavbûyî û Mizgefta Mezin û Keleha Rûmê dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst