Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sêweregê ya Rihayê, du minîbusên ku mamoste vediguhastin li hev qelibîn û di encamê de 28 kes birîndar bûn.
M.Syê şofêrê minîbusê, li ser rêya Siwêreg-Qerejdaxê ji bo heywanekî ku derket li ser rê neqelibe ji nişkêve pê li frenê kir.
Minîbûsa ku şofêrê wê B.C. ya ku ji paş ve dihat li minîbusa şofêrê wê M.S diajot qelibî.
Li ser agahdarinê ekîbên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.
Di qezayê de 28 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Hat zanîn ku mamosteyên ku birîndar bûne li dibistanên gundên Qoncik û Taboxeyê wezîfedar in û rewşa wan a tenduristiyê jî baş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse