Ji Barzanî pîrozbahiya Firokexaneya Geyare

13-07-2016
RÛDAW
Nîşan Mesûd Barzanî Heyder Ebadî Firokexaneya Geyare
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber kontrolkirina Firokexaneya Geyare ji aliyê Artêşa Iraqê ve, pîrozbahî li hêzên ewlekarî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir.

 

Li gor daxuyaniya malpera fermi ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di peywendiyekî telefonî de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, rewşa dawî ya eniyên şer nirxandin.

 

Hate gotin ku serok Barzanî pîrozbahiya serkeftinên hêzên Iraqê û azadkirina Firokxaneya Geyare li Serokwezîrê Iraqê kiriye.

 

Herwiha Barzanî tekez li wê yekê kir ku wê di pêvajoyên pêş ên şerê DAIŞê de hemahengî û karê hevbeş ê di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de berdewam bibe.

 

Frokexaneya Geyare di dawiya salên 1970ê de ji aliyê rejîma Saddam ve hatiye avakirin.

 

Piştî sala 2003ê hêzên Amerîkî firokexane nûjen kirin û ji bo çavdêriyê bikaranîn. Di sala 2010ê de jî kontrol dane destê hêzên ewlekariya Iraqê.

 

Ji Hezîrana 2014ê ve firokexane di bin destê DAIŞê de bû. Lê Artêşa Iraqê roja 9ê Tîrmehê carek din ev firokexane ji destê çekdaran derxist.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst