Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê edeteke nû di nava xelkê û geştyaran de belav bûye.
Li gorî baweriyê, kesên ku 7 caran li dora Minareya Çarling a dîrokî re bigerin daxwaz û mirazên wan pêk tên.
Her çend zanayên olî vê yekê wekî “xurafeyeke bêbingeh” bi nav bikin jî ev rîtuel bûye beşek ji serdanên geştyariyê yên bajêr.
Ev demeke li nav xelkê Amedê û geştyarên ku serdana bajêr dikin baweriyek peyda bûye.
Li gorî wê baweriyê, kesên ku pêşî niyetê bigirin û piştre jî 7 caran li dora Minareya Çarling re bigerin, ango minareyê tewaf bikin, dê duayên wan qebûl bibin û çi mexsed û mirazên wan hebin dê bi cih werin.
Geştyarên ku tên Amedê vê rîtuelê bi cih tînin.
Geştyara bi navê Burcu Ozkanê got:
“Ez ji Skenderûna Hatayê hatime vir.
Li gorî baweriyê, divê meriv 7 caran bizivire. Ez 7 caran zivirîm.
Min çi dua kir nabêjim, bira ew li cem min bimîne.”
Geştyareke din a bi navê Fatma Usluyê jî anî ziman, “Em ji vî tiştî bawer dikin. Baweriya me ji bo her tiştî heye.”
Çar ling, çar mezheb
Minareya Çarlinga li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê sala 1500î di dema Mîrê Akkoyuniyan Qasim Beg de li ser çar stûnan bi navê minareya Mizgefta Qasim Begê hatiye lêkirin.
Çar lingên minareyê çar jêrmezhebên Îslamê Henefîtî, Şafîtî, Malikîtî û Hembelîtiyê temsîl dikin.
Geştyarê bi navê Emîk Canimoglu jî da zanîn:
“Me ji kesên ku ji bo geştê hatine vir bihîst ku tiştekî wisa heye.
Ez bawer dikim ku duayên min dê qebûl bibin.”
Huseyîn Taha Kanatê ku ji Kayseriyê hatiye jî anî ziman:
“Em ji Kayseriyê hatine ku Diyarbekira xwe ya xweşik bigerin û bibînin.
Helbet qebûlbûna duayan li gorî emelê ye lê dema meriv wisa li dora Minareya Çarling re bigere duayên meriv qebûl dibin.
Min ji bo welatê me bextewarî, aştî û aramî xwest.”
Zanayên olî: Xurafe ye
Zanayên olî û kesayetên diyar ên Amedê li dijî vê baweriyê derdikevin û dibêjin ku ev baweriyeke bêbingeh e û rastiya wê ya Îslamî nîne.
Cîgirê Serokê Sendîkaya Diyanet-Senê ya Şaxa Amedê Ahmet Yilmaz li ser mijarê got:
“Ev yek xurafe ye, di Îslamiyetê de tiştekî wisa nîne.
Tewaf tenê 7 caran li dora Kabeyê re tê kirin û dua jî li wir qebûl dibin.
Tu li vir tewaf bikî yan nekî, feydeya wê ji te re nîne.
Tew di ser de dibe ku zerera wê hebe, çimkî xurafe ye û bi xurafeyan emel nayê kirin.”
Kes nizane ev bawerî yan jî efsane ji ku derketiye û çawa di nava xelkê de belav bûye lê êdî wisa lê hatiye ku ev yek bûye yek ji efsaneyên herî mezin ên bajêr.
Ji ber wê jî, rêberên geştyariyê dema koman ji bajarên cuda tînin Amedê, heta nebin serdana Minareya Çarling û geştyar wî rîtuelî pêk neynin venagerin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse