Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê sibe li Pîrmamê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Serokê YNKyê Bafil Talebanî bicivin.
Rûdawê ji du çavkaniyên PDK û YNKyê piştrast kir ku rojeva civînê gotûbêjkirina rewşa Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêka meaşan e.
Çavkaniyeke agahdar ji Partiya Demokrat a Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Civîn dê bi serpereştiya Serok Barzanî were lidarxistin.”
Wî berpirsê PDKyê her wiha anî ziman, “Di civîna sibe de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku di heman demê de cîgirên serokê PDKyê ne dê beşdar bibin.”
Endamekî Polîtburoya YNKyê jî ji Rûdawê re da zanîn ku serokatiya şandeya partiya wan a ji bo civînê dê ji aliyê Serokê YNKyê Bafil Talebanî ve were kirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, di civînê de dê mijara avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî were gotûbêjkirin.
Ev civîn di demekê de tê lidarxistin ku Hikûmeta Îraqê bi hincetên cuda, heta niha meaşên karmandan ên mehên Gulan û Hezîranê yên Herêma Kurdistanê neşandine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse