Hewlêr (Rûdaw) - Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê, Elî Bapîr di peyamekê de li dijî bereya "Nexêr" dibêje, guneh e ku xelk bê xapandin, ku deng bidin "Nexêrê", ji ber ku bi gotina wî bi dengdana bi Nexêr, dinya nabe Şama Şerîf.
Di gotarekê de bi navnîşana “Pirsgirêkên Herêmê Di Navbera Belê û Nexêrê De”, ku di medyaya Komela Îslamî de hatiye belavkirin, Emîrê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê dibêje, xelkê Kurdistanê weke her gelekî din ê cîhanê, mafê wê yê rewa û xwezayî ye, ku ne tenê referandumê bike, belku li hemû parçeyên Kurdistanê jî xwediyê statuya siyasî ya bi dilê xwe be.
Elî Bapîr dibêje, ku referandum ketiye nav qalibekî şexsî û hizbî û wê yekê jî zirar gihandiye referandumê.
Bapîr daxwazê dike, ku referandum ji qalibê şexsî û hizî (partî) were derxistin û tevahiya aliyan amadekariyan ji bo referandumê bikin, û pişt re bihê encamdan.
Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê di beşeke din a vê peyama xwe de daye xuyakirin: “Nabe ti kes înkara wê yekê bike, ku ne tenê her karekî mezin û çarenivîssaz weke ragihandina dewletê, belku her karekî din jî, bêyî amadekirina zemîneyê û rêxweşkirinê, ser nakeve, yan her nayê encamdan, yan bê encam dibe û dê keda me bi xusar biçe. Di dîroka xwe de jî, me bûyerên wisa gelek hene, ku em pendê (îbretê) jê werbigirin. “
Derbarê ragihandina kampîna Nexêr a li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê de jî, Elî Bapîr dibêje: “Her weke ku ‘Belê’ ya reha û bê merc, heft dermanê çareseriya pirsgirêkln me û kopalê sihrî nîne, bi heman awayî jî, bi ‘Nexêr’ gotinê, dinya nabe Şama Şerîf. Guneh e ku xelk bi vî cureyî were çewaşekirin, ku bi Na gotina bo referandumê, arîşe û krîzên Herêmê dê ji holê werin rakirin û çareser bibin û xelk û cemawer ji xeman rizgar dibin.”
Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê herwiha daxwaz dike, ku ew hemû bi hev re tifaq, tebayî û ji hev têgihîştina siyasî vegerînin bo nav aliyên siyasî, bi taybet jî bo nava hêzên siyasî yên bingehîn û xweî cemawer û di keş û hewayeke hêmin û aram de pêkve bicivin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse