Hewlêr (Rûdaw) - Elî Bapîr di dengê endamên kongreyê doh ji nû ve wekî Serokê Komeleya Dadgeriyê ya Kurdistanê hatibû hilbijartin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Elî Bapîr pîroz kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê peyama Nêçîrvan Barzanî belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê, "bi germî" Elî Bapîr, serkirdayetiya nû ya Komeleya Dadgeriyê, endam û alîgirên wê partiyê pîroz kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê got, "Hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.”
Kongreya pêncemîn a Komeleya Dadgeriyê ya Kurdistanê duh dest pê kir.
Di roja yekem a kongreyê de Elî Bapîr wekî serokê partiyê hat hilbijartin û îro jî endamên serkirdayetiya wê partiyê hatin hilbijartin.
Nêçîrvan Barzanî got, "Bi rêz û pêzanînê li rola birêz Mamosta Elî Bapîr û Komeleya Dadgeriyê ya Kurdistanê ya di jiyana siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê de dinêrim.
Her wiha di vê derfetê de tekezî li ser lihevkirin, pêkvejiyan û yekrêziya aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê dikim da ku em hemû bi hev re xizmeteke baştir ji bo îro û paşeroja Kurdistanê bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse