PYD: Mixabin ENKS bê helwest maye

13-08-2019
Rengîn Şero
Rengîn Şero
ENKS û PYD hêj bi hêvî ne ku destpêşxeriya Fransayê bigihe encamekê û ew bikarin li hev bikin.
ENKS û PYD hêj bi hêvî ne ku destpêşxeriya Fransayê bigihe encamekê û ew bikarin li hev bikin.
Nîşan PYD ENKS Destpêşxeriya Fransa Rojavayê Kurdistanê TEV-DEM
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Nêzîkî 4 mehan li ser destpêşxeriya Fransa ji bo nêzîkkirina aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê derbas dibe, lê heta niha ev destpêşxerî her di cihê xwe de maye, û ti encam jê derneketiye. Endamê Serkirdayetiya PYDê, Ebdilkerîm Saroxan jî dibêje, ENKS li hember vê destpêşxeriya Fransayê bê helwest maye .

 

Gefên Tirkiyê û mijara navçeya aram jî li şûna ku vê destpêşxeriyê aktîv û çalaktir bikin, bûne kelemeke din li ser rêya ji hev nêzîkkirina herdu aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê, TEV-DEM û ENKSê.

 

Ji aliyê xwe ve, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) însiyatîfa Fransî girîng dibîne, lê bi baweriya wan aliyê din xwe jê vedidize û pabendî wê nabe û pêngavên êrênî jî di vî warî de nahavêje.

 

Li ser vê yekê, endamê Serkirdayetiya PYDê, Ebdilkerîm Saroxan ji Rûdawê re ragihand: “ Ew însiyatîfa Fransî ya ku hatiye kirin, ji xwe gihiştiye qonaxekê ku hevdîtin bi herdû aliyan re kirin, bi Encûmena Niştimaniya Kurdî re û bi rayedarên TEV-DEMê û Rêveberiya Xweser re, lê mixabin ENKS di vir de ma bê helwest û li şûna ku ji bo vê însiyatîfê gavekî bihavêje, zêdetir gur dike wê dûrxistinê.”

 

Yek ji nerînên hevbeş ên kêm di navbera TEV-DEM û ENKSê de ew e, ku destpêşxeriya Fransî girîng e û derfeteke baş e ji bo ji hev nêzîkkirina van herdu aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê.

 

Destpêşxeriya navborî li ser çend qonaxan tê cîbicîkirin; Qonaxa destpêkê û ya herî girîng avakirina baweriyê ye. Ji bo vê yekê jî ENKS weke gaveke destpêkê navê 13 girtiyên xwe yên siyasî pêşkêş kiriye da ku bêne azadkirin.

 

Lê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dibêje ti girtî li ba wan nînin.

 

Girêka yekê di navbera herdu aliyan de nehatiye vekirin, tevî ku navçe bûye cihê girîngîdana hemû cîhanê.

 

ENKS bi hêvî ye ku TEV-DEM reşnivîsa wan bi cidî werbigire, ku bi rêya aliyê Fransî gihandiye wan.

 

Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSê, Muhsin Tahir ji Rûdawê re got: “Me têbîniyên xwe bi nivîskî dan Frensiyan, lê bi gumana min gav zêde nehavêtine. Fransiyan jî negotiye, dawiya vê (destpêşxeriyê) hatiye, wan jî ji me re daye xuyakirin ku em dê aktîv bikin. ”

 

Muhsin Tahir herwiha diyar kir, Fransiyan daxwaz û têbîniyên ENKSê û hewlên ji bo çêkirina baweriyê gihandine PYDê û ew niha li benda herdu aliyan in.

 

Heta niha daxuyaniyên herdu aliyên TEV-DEM û ENKSê yên girêdayî destpêşxeriya Fransî, derza di navbera herdu aliyên de kûrtir dikin, di demekê de ku çavên welatiyên Rojavayê Kurdistanê li asoyên çareseriyê û jihevnêzîkbûnê digerin da ku wan ji gefên Tirkiyê biparêzin.

 

Aliyên navdewletî jî tekez dikin ku krîza Sûriyê tenê bi rêyên siyasê çareser dibe.

 

Gelek hewl hatin dayîn ji bo ku PYD û ENKSê li hev bikin. Beriya çend salan li Başûrê Kurdistanê, serok Barzanî hewl da ku herdu alî nêzîkî hev bibin, û sê rêkeftinên Hewlêr 1 û Hewlêr 2 û rêkeftina Duhokê di navbera ENKS û TEV-DEMê de hatin îmzekirin, lê ew rêkeftin di pratîkê de nehatin cîbicîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst