Dihok (Rûdaw) - Li taxeke kevn a Dihokê, kavilê xaniyekî heye ku wekî “Koşka Cumberland” tê naskirin heye.
Ew xanî çîroka zilamekî Amerîkî vedibêje ku nêzîkî 100 sal berê li Dihokê jiyaye û heta niha jî kesayetiya wî wekî nepenî maye.
Niha fîlmsazekî Brîtanî belgefîlmekê amade dike ku rastiyên jiyana wî eşkere bike.
Roger Cumberland zilamekî Amerîkî bû ku ji sala 1923yan heta 1938an li wî xaniyê li Dihokê jiyaye.
Jiyana Cumberland tijî vegotinên cuda ye; hinek wî wekî geştyar, xêrxwaz û mîsyonerê Xiristiyaniyê didin nasîn, hinekên din jî di wê baweriyê de ne ku ew “sîxur yan jî efserê leşkerî” bûye.
Jeremy Fowler fîlmsazekî Brîtanî ye ku bi Kurdiyeke rewan diaxive, biryar daye ku belgefîlmekê li ser jiyana Roger Cumberland amade bike.
Jeremy Fowler ji Rûdawê re ragihand:
“Gotin û vegotinên zêde li ser Cumberland hene.
Hinek dibêjin dostê Kurdan bûye, hinek jî wî wekî dijmin bi nav dikin.
Em dixwazin bi rêya vê belgefîlmê rastiyan ji xelkê re zelal bikin û zanibin kî bûye û çi kiriye.”
Li gorî wan agahiyên ku Jeremy Fowler kom kirine, Roger Cumberland kurê cotkarekî ji Californiayê bûye û wekî mîsyonerekî Xiristiyan xwestiye biçe Efxanistanê ku wekî “cihê herî zehmet ê cîhanê” dihat zanîn lê dêra wî li şûna Efxanistanê, ew şandiye Başûrê Kurdistanê.
Cumberland sala 1923yan tê Dihokê û di nava 3 mehan de li navçeya Sêmêlê fêrî zimanê Kurdî dibe û wekî Kurdan bi awayekî rewan pê diaxive.
Tevî ku kesayetiyekî hezkirî bûye jî ji aliyê hikûmeta wê demê ya Îraqê ve çûn û hatina wî hatiye sînordarkirin.
Di dawiyê de sala 1938an 2 kes wekî mêvan diçin serdana wî û di nava mala wî de bi demançeyê wî dikujin.
Niha Jeremy Fowler di qonaxa dawî ya amadekirina belgefîlmê de ye û dixwaze bersiva vê pirsê bide: Gelo Roger Cumberland dostê Kurdan bû yan dijmin?
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse