Serok Barzanî Konsulê Tirkiyeyê qebûl kir

13-08-2025
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Erman Topçu Tirkiye Konsul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî îro li Selahedînê Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Mesûd Barzanî, di hevdîtinê de behsa bipêşketinên siyasî yên Îraq û herêmê, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê hat kirin.

Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyeyê ya Hewlêrê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê serdanê de daxuyaniyek belav kir û got:

"Konsulê Giştî Erman Topçu îro serdana Serokê PDKyê birêz Mesûd Barzanî kir.

Di hevdîtinê de li ser bipêşketinên Îraq, herêm û Herêma Kurdistanê bi awayekî berfireh gotûbêj hatin kirin.

Em ji ber nirxandinên wî yên hêja spasiya birêz Barzanî dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst