Wezareta Pêşmerge û Wezreta Berevaniya Iraqê li ser çend xalan li hev kir

13-10-2020
Şanda Wezareta Pêşmerge îro serdana Bexdayê kir
Şanda Wezareta Pêşmerge îro serdana Bexdayê kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lijneya hevehangiya serbazî û karên ewlehiyê ya hevbeş a navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro li Bexdayê civiyan û li ser çend xalan li hev kirin.

Îro Sêşemê 13ê Cotmeha 2020an li Bexdayê di sêyemîn civîna lijneya serbazî û karên ewlehiyê ya hevbeş a navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser sê xalan li hev kirin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş di daxuyaniyekê de ragihand ku di vê civîna îro de li ser wan dosyeyên ewlehiyê gotûbêj hat kirin ku û wan li ser sê xalan li hev kirin.

Li gor daxuyaniyê li ser xalên li hev kirine ev in: “Yekem: Vekirina navendeke sereke ya hemahengiya hevbeş a Bexda û Hewlêrê. Duyem: Pêkanîna lijneya ewlehî û serbazî û meydanî ya hevbeş ji bo nirxandina astengiyên ewlehiyê li gor cihên operasyonê û mîhweran, herwiha amadekirina nexşerêyek ji bo çawaniya mamelekirina ligel wan. Sêyem: Destpêkirina karê ewlehî û serbazî li Diyale ji bo damezrandina navendeke ewlehiyê ya hevbeş û rêkeftina li ser çawaniya karkirina bazgehan, xalên peywendiyê yên hevbeş, plandanîna ji bo cîbicîkirina operasyonên serbazî û ewlehî yên hevbeş li dijî teror û tawanê.”

Rêkevtina Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Berevaniya Iraqê di demekê de ye ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 5ê Cotmeha 2020an de li Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku derbarê hemahengiya emnî û serbazî rêkevtinek li  navbera Wezareta Pêşmerge û aliyên peywendîdar ên emnî û serbazî pêk anîne ku bo avakirina 6 navendên hevbeş ên zanyarî li Diyala, kerkûk, Mexmûr, Mûsil, Hewlêr û Bexda.

Danûstandinên navbera Wezareta Pêşmerge û aliyê Bexdayê sala 2019an bi armanca karî pêkve destpê kirin. Piştre Bexdayê ji ber xwepêşandan ew danûstandin rawestandin, lê meha Tîrmehê ya îsal dubare hevdîtinan dîsa destpê kirin.

Biryar e hevdîtin carek li Hewlêr û carek jî li Bexdayê bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst