Pêleke berfê Bakurê Kurdistanê daye ber xwe

13-10-2025
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê pêleke berfê dest pê kir û bandoreke nerênî li jiyana rojane kir.

Ji ber barîna berfê, koçerên li zozanan neçar man ku berê xwe bidin gundan û li bajaran jî çûnûhatin zehmet bû.

Koçer di rê de man

Koçerên li parêzgeha Qersê, ji ber barîna berfê neçar man ku ji zozanan dakevin.

Koçer li zozanên ku bilindahiya wan zêdeyî 2 hezar metreyî ye diman lê ji ber sermayê û berfê ber bi gundên xwe ve ketin rê. Lê belê, di rêya vegerê de rastî gelek zehmetiyan tên.

Xwediyê pez Polat Demirboga got:

“Ji ber berfê em li zozanan asê man. Niha em hewil didin ajelên xwe bighînin gund.

Amadehiyên me nebûn, berfê êvarî dest pê kir û heta sibehê bariya. Serê sibehê em bi rê ketin.”

"Zivistan zû hat"

Li navenda parêzgeha Erziromê dikandar û niştecihên bajêr dest bi paqijkirina berfa li ber deriyên xwe kirine da ku çûn û hatin asteng nebe.

Dikandaran diyar kir ku li gorî salên borî îsal berf zûtir bariyaye.

Dikandar Hakan Sak jî got, “Îsal zivistan zû hat. Li navenda Erziromê piranî barîna berfê dawiya meha çiriya paşînê dest pê dikir. Lê îsal di nîvê mehê de hat.”

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf bariya û li hejmarek navend û navçeyan stûriya berfê gihişte zêdeyî 10 santîmetreyan.

Berfê bi taybetî bandoreke nerênî li ser çûnûhatinê kiriye û saziyên pêwendîdar hişyariyê didin şofêran ku pabendî rênimayan bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst