Saziyên zimên li Wanê dicivin: Stratejî û polîtîkayên nû tên nîqaşkirin

13-10-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Zimanê Dayîkê Heval Dilbahar Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Saziyên zimên li Wana Bakurê Kurdistanê ji bo zimanê Kurdî stratejî û polîtîkayên nû amade dikin.

Saziyên zimên û Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) li Wanê bi navê " Komxebata Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Kurdî” çalakiyekê li dar dixin.

Komxebat dê di 15 û 16ê Çiriya Pêşîn a 2025an de bê lidarxistin.

"Zimanê dayîkê mijara sereke ye"

Hevberdevkê Komîsyona Çand û Hunerê ya DEM Partiyê û endamê komîteya amadekar ê komxebatê Heval Dilbahar li ber avahiya DEM Partiyê ya Wanê daxuyanî da.

Li gorî MAyê Dilbahar amaje pê kir ku zimanê dayîkê ji bo Kurdan mijareke sereke ye. Dilbahar got, ji ber ku statuyeke zimanê Kurdî nîne, ew rûbirûyê zexteke mezin dibe.

8 kom dê stratejiyan nîqaş bikin

Komîteya amadekar diyar kir ku di komxebatê de dê stratejî û polîtîkayên zimanê Kurdî bên gotûbêjkirin.

Beşdar dê di nav 8 koman de bixebitin da ku van mijaran nîqaş bikin û nexşerêyeke nû diyar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst