Amed (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan dosyayek amade kir û Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) jî banga yekîtiya partiyên Kurdan dike.
Her du partî jî gilîdar in ku ew di Komîsyona Çareseriyê ya Parlamentoyê de nayên dîtin û tên paşguhkirin.
PSK: Divê nasname, ziman û statuya Kurdan hebe
PSKyê derbarê çareserkirina Pirsgirêka Kurdan de dosyayek amade kir. PSK dixwaze dosyaya xwe radestî CHP û AK Partiyê bike lê her du partiyan heta niha daxwaza hevdîtinê nepejirandiye.
PSKyê di dosyaya xwe de 4 daxwazên sereke destnîşan dike ku ew jî wisa ne:
“Nasname: Divê nasnameya miletê Kurd di destûrê de were naskirin.
Ziman: Divê zimanê Kurdî wekî zimanê fermî û perwerdehiyê ji dibistana seretayî heta zanîngehê were qebûlkirin.
Azadî: Divê hemû astengiyên yasayî yên li pêşiya tevgera Kurdan rabin û Kurd karibin bi navê Kurdistanê partî û rêxistinan ava bikin.
Statu: Divê ji bo Kurdan statuyek hebe.”
PWK: Bila partiyên Kurdî bibin yek alî
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) gilîdar e ku Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê guh nedaye wan û partiyên din ên Kurdan.
PWK dixwaze hemû partiyên Kurdan di bin sêwanekê de bicivin û di pêvajoya çareseriyê de xwe wekî "aliyê Kurdan" bidin qebûlkirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Mihemed Can Azbay diyar kir ku divê "aliyê Kurdan" were avakirin û wiha domand:
"Kurd çi dixwazin? Em dibînin ku di vê Komîsyonê de Kurd tune ne. Divê aliyê Kurdan bê eşkerekirin.
Divê partiyên Kurdan, sazî û dezgeh û kesên qedirgiran ên di nava civatê de bi hev re aliyê Kurdan ava bikin.
Paşê ev alî dikare bi Komîsyonê û dewletê re hevdîtinan bike."
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji bilî DEM Partî û HUDA PARê 9 partî û rêxistinên din ên Kurdan hene lê yek ji wan jî ne di parlamentoyê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse