PWK û PSKyê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî li Amedê semînerek li dar xist

21-04-2024
RÛDAW
Nîşan Rojnamegeriya Kurdî PWK PSK Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi minasebeta Roja Rojnamegeriya Kurdî li Amedê semînerek li dar xist.

Semîner li Hola Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat bi rê ve çû.

Di destpêka semînerê de, Berdevkê PWKyê Hanîfî Turan bixêrhatina beşdaran kir, ji bo şehîdan rêz hat girtin.

Hanîfî Turan paşê li ser navê PWK û PSKyê derbarê wate û girîngiya Roja Rojnamegeriya Kurdî de axaftinek kir.

Hanîfî Turan di axaftina xwe de got:

‘’Rojnameya pêşîn a Kurdî, Rojnemeya Kurdistanê 22yê Nîsana 1898an li Qahîreyê ji aliyê kurê Mîr Bedirxan, Miqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin.

75 sal piştî derketina vê rojnameyê, 1973an li Kurdistana Başûr, 22yê Nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî hat qebûlkirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.”

“Her tim dewletên kolonyalîst li pêşiya rojnamegeriya Kurdî bûne asteng”

Turan diyar kir ku ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran (çi legal û çi îllegal) kovar û rojnameyên Kurdan derketine û wiha domand:

“Lê her tim dewletên kolonyalîst li hemberî van kovar û rojnameyan, li hemberî berpirsyar û nivîskarên wan bûne asteng û zilm û zoreke nedîtî li wan kirine.

Di vî warî de zilma li ser berpirsyar, nivîskar û heta xwendevanên rojnameya Kurdistanê (1898) bigire heta îro jî her ew zilm û zordestî berdewam dike.

Gelek rojnamegerên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zindanêkirin û kuştin, di salên 90î de li Kurdistana Bakur, rojnamegerên wekî Musa Anter, Huseyîn Denîz, Hafiz Akdemîr û hîn gelekên din ji aliyê dewleta Tirkan ve hatine kuştin.

Şîfa Gerdî jî şehîdeka rojnamegeriya Kurdî bû.

Ji ber wê yekê, rojnamegeriya Kurdî ji aliyekî ve jî mirêka têkoşîn, trajedî û rewşa ronakbîrî û civata Kurdî ya dema hişyarbûna neteweyî ye.

Bi vê minasebetê, em hemû rojnamegerên Kurd ên ku di vê rêyê de şehîd bûne bi bîr tînin û dibêjin roja rojnamegerîya Kurdî pîroz be!”

Piştî Turan bi moderatorîya Mahmût Bozarslan, akademîsyen, lêkolîner û nivîskarê Kurd M.Malmîsanij û lêkolîner û nivîskarê Kurd Seîd Veroj, derbarê dîroka rojnamegerîya Kurdî û wate û girîngiya Roja Rojnamegeriya Kurdî agahiyên berfireh dan.

M. Malmisanij derbarê salên 1898-1908an ên rojnamegeriya Kurdî de Seîd Veroj jî derbarê salên 1908-1923yan ên rojnamegeriya Kurdî de axivîn.

Li gel rêvebir û endamên PWK û PSKyê, çend rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Kurd jî beşdarî semînerê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst