کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

150 çekdarên DAIŞê radestî Bexdayê kirin

150 çekdarên DAIŞê radestî Bexdayê kirin

kurdistan

Haya Parlamentoya Kurdistanê ji radestkirina 150 girtiyên DAIŞê nîne

NAWZAD MAHMOUD

NAWZAD MAHMOUD

13-11-2017
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
NAWZAD MAHMOUD
NAWZAD MAHMOUD13-11-2017

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêde bikin
Cîhan19-11-2026

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêde bikin

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Iraqê Yehya Resûl ragihand, ku li gor rêkevtina hatiye kirin, berpirsên Silêmaniyê 150 çekdarên DAIŞê radestî wan kirine. 


Lê berpirsên ewlekariyê yên parêzgeha Silêmaniyê dibêjin, haya wan ji vê radestkirinê nîne. Serokê Komîsyona Navxwe û Ewlekariyê ya Parlamentoya Kurdistanê jî dibêje: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedan kiyana destûrî û yasayî ye. Çawa dibe wan girtiyan radestê Bexdayê dikin?”

 

Roja 11ê Mijdara 2017an Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Iraqê Yehya Resûl ragihand: “Desthiladarên parêzgeha Silêmaniyê 150 terorîst radestê hêzên federalî yên Wezareta Navxwe kirin.”

 

Hinek berpirsên ewlekariyê yên parêzgeha Silêmaniyê ragihandin, ku haya wan ji radestkirina 150 kesan nîne.

 

Parlamenterekî kurd, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re ragihand: “Min pêdaçûna vê mijarê kir. Ew girtî ji bo lêkolînê hatine radestkirin lê nizanim ka ji kîjan zîndanî hatine radestkirin. Di destpêka danûstandinên leşkerî de yek jê daxwaza Bexdayê ji pêşmerge ew bûye, ku girtiyên DAIŞê werin radestkirin.”

 

Di destpêka şerê DAIŞê de û bi taybetî jî di dema operasyona Hewîceyê de, hejmareke çekdarên DAIŞê û malbatên wan, ji bo nekevin destê Heşda Şeibî xwe radestê Hêzên Pêşmerge kirin. Beşak ji wan li Silêmaniyê, beşek jî li Hewlêr û Duhokê tên girtin.

 

Serokê Komîsyona Navxwe, Ewlekarî û Civatên Xwecihî yê Parlamentoya Kurdistanê Eyûb Ebdullah derbarê vê mijarê de got: “Agahiyên me derbarê vê radestkirinê de nîne. Lê di çarçoveya hevpeymaniya li dijî DAIŞê de Bexda dikare li ser kesên hatine girtin daxwaza zanyariyan bike.”

 

Eyûb Ebdullah herwiha got: “Eger hikûmeta Herêma Kurdistanê amade nebe zanyariyên derbarê wan girtiyan de bide Bexdayê, ew jî nikarin daxwaza radestkirina wan bikin. Ji ber ku hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmeteke destûrî û yasayî ye, xwedan yasayên xwe yên taybet e, nabe bi hinceta yasayê wan kesan bidin Bexdayê.”

 

Ebdullah diyar kir: “Eger Bexda ji bo dadgehkirinê wan kesan dixwaze, Herêma Kurdistanê jî heman rêşûnên cezakirinê bikar tîne. Eger radestkirina wan rast be, Silêmanî çawa dikare bi serê xwe vî karî bike? Di demekê de berpirsên bilindtir ên ser dezgehên ewlekariyê ve hene.”

 

Serokê Komîsyona Navxwe, Ewlekarî û Civatên Xwecihî yê Parlamentoya Kurdistanê da xuyakirin: “Eger ji bo komkirina zanyariyan e derbarê rêxistina DAIŞê de, hikûmeta Iraqê dikare daxwaza agahî û zanyariyan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.”

 

Çavkaniyekê jî ji Asayîşa Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand, ku ew kesên girtî di zîndana federalî de bûne, ti peywendiyên wan bi hêzên Asayîşa Silêmaniyê ve nîne. Lewma rêveberên zîndanê ew radestê Bexdayê kirine.”

 

Rûdawê xwest li ser vê mijarê peywendiyê bi Serokê Komîsyona Ewlekarî û Navxwe ya Parlamentoya Iraqê hakim Zalmî re bike lê wî bersiv neda.

 

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêde bikin
Cîhan19-11-2026

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêde bikin

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Pirsên