Hewlêr (Rûdaw) - Bi hezaran koçber li ser sînorê Belarûs û Polandê asê mane ku beşek zêde ji wan Kurd in. Welatiyê bi navê Kameran û endamên malbata wî çar rojan di nav daristanên li ser sînor mane û 6 caran hewl dan biçin nav Polandê û hewldana wan a dawiyê serkeftî bûye, lê ji aliyê hêzên Polendî ve têne girtin û wan dersînor dikin.
Kameran û endamên malbata wî çar rojan di nav daristanên li ser sînor mane û 6 caran hewl dan biçin nav Pollandayê û hewldana wan a dawiyê serkeftî bû.
Ew bo demê 3 heftiyan li kampekê mane û piştre berpirsên Pollendayê ji wan re soz dane ku wan bibin kampeke din a nêzîkî Warşo a paytext, lê piştre ew li balafirê siwar kirin û li Hewlêrê peya bûn.
Welatiyê Kurd Kameran Hesen got “heta firokxaneyê ji me re gotin em ê we bibin kampê lê me bi zorê kirin balafirê.”
Ev pêla koçberiyê ya bi rêya Belarusê di meha Tebaxê destpêkir. Niha jî hejmareke zêde ya koçberan ku bêhtira wan welatiyên Kurd in, li ser sînorê di navbera Pollendayê û Belarusê asê mane.
Serokî Saziya Lûtkeyê Bo Karûbarên Koçber û Penaberan Arî Celal dibêje zêdetirî 10 hezar hemwelatiyên Iraqî li bendê ne ku xwe bigihînin polandê û dûvre biçin welatên din yên Ewropayê.
Bêhtira koçberan li benda wê yekê ne ku xwe bigehînin Almanyayê. Nivîsîngeha Federalî ya Almanya Bo Karûbarên Koçber û Penaberan dibêje, di 9 mehên destpêkê yên îsal de 100 hezar 278 kesan daxwaza mafê penaberiyê li wî welatê Ewropayê kirine. Hejmara zêde ya wan kesan xelkê welatên Sûriye, Iraq û Efxanistanê ne. Bi awayekî 40 hezar û 472 kes ji wan xelkê Sûriyê , 8 hezar 531 kes xelkê Başûrê Kurdistanê û Iraqê û 45 kes jî xelkê Efxanistanê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse