Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Konsulê nû yê Urdinê yê Hewlêrê Ziyad Betarîse re civiya.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Konsulê nû yê Urdinê yê Hewlêrê Ziyad Betarîse kir.
Hat diyarkirin ku Mesrûr Barzanî tekezî li ser girîngiya pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de kir.
Her wiha piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo bihêztirkirina pêwendiyên dualî ducare kir.
Konsulê nû yê Urdinê yê Hewlêrê Ziyad Betarîse jî silav û rêzên Şah Ebdullahê Duyem û Serokwezîrê Urdinê gihandin Mesrûr Barzanî û amadebûna welatê xwe ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re anî ziman.
#VÎDEO - Serokwezîr Mesrûr Barzanî Konsulê nû yê Urdinê yê Hewlêrê Ziyad Betarîse pêşwazî kir pic.twitter.com/OxmITvL9dy
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 13, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse